Li Geverê cerdevanan welatiyek birîndar kir 2024-08-18 13:13:58 COLEMÊRG - Li navçeya Geverê cerdevanan li welatiyekî xistin. Welatî rakirin lênêrîna awarte ya nexweşxaneya Colemêrgê.   Li navçeya Geverê ya Colemêrgê cerdevanên bi navê Adil T., Adem T., Muzaffer T. û Cafer T., li du gundiyên xwe xistin. Buyer duh li gundê Tanê yê bi ser navçeya Geverê ve qewimî ye. Li gorî agahiyên ji gundiyan hatin bidestxistin; cerdevan sewalên xwe dibin di nava zeviya gundiyên bi navê Yahya K. de diçêrînin. Welatî, cerdevanan hişyar dike ku sewalan xistine nav zeviya wî. Li gorî gotinên gundiyan cerdevanan sewalên xwe ji nava zeviya Yahya K. dernexistine û ev yek bûye sedema şerê navbera wan.    DERBE JI SERÊ XWE XWARIYE    Gundiyan destnîşan kir ku cerdevan êrişî Yahya K. û kurê wî Denîz K. dikin û Yahya K. ji ber derba ji serê xwe xwariye bi giranî birîndar bû. Her wiha gundiyan da zanîn ku Adil T. bi çekê êrişî Yahya K. û Denîz K. kiriye.   Hat zanîn ku birîndar Yahya K. bi ambûlansê rakirin nexweşxaneya Geverê û dû re jî sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê kirin.    Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de cerdevan Adil. T., Adem T., Muzaffer T. û Cafer T. hatin binçavkirin. Hat zanîn ku piştî îfadeyan hatine berdan.   BIRÎNDAR DI LÊNÊRÎNA AWARTE DE YE   Me xwe bi rêya telefonê gihand ferdên malbata ku bi êrişê re rû bi rû maye û malbatê jî êrişê piştrast kirin û dan zanîn ku Yahya K. niha di lênêrîna awarte ya nexweşxaneyê de tê dermankirin.