Dadgeha Îranê salek ceza li nivîskara kurd birî 2024-08-18 14:55:45   NAVENDA NÛÇEYAN - Dadgeha rejîma Îranê bi hinceta ku tev li xwepêşandanên şoreşa "Jin jiyan azadî" bûye, salek cezayê hepsê li nivîskar û lêkolînera kurd Mujgan Kuwusî birî.   Li gorî agahiyên ku ji aliyê rêxistinên mafên jinan ên rojhilatê Kurdistanê ve hatine belavkirin, roja 11’ê tebaxê dadgeha Îranê salek cezayê hepsê li nivîskar û lêkolînera kurd Mujgan Kuwusî birî. Kuwusî ji baweriya Yarsan a xelkê Kelardeşt a ser bi bajarê Mazenderane ve ye.    Beriya niha jî ji aliyê Liqa Yek a Dadgeha Şoreşê ya Sarî bi tometa "avakirina komên li dijî ewlehiya welat" û çend tometên din 39 meh cezayê hepsê lê hatibû birîn.   Mujgan Kuwusî,di dema destpêkirina xwepêşandanên şoreşa "Jin jiyan azadî" de li mala Kelardeşt hatibû binçavkirin. Piştre bi dayîna sê milyar tûmenê Îranê bi awayek demkî heta dema pêvajoya dadgehê bi dawî tê, hatibû berdan.