Ji Şandeya DEM Partiyê serdana Îzmîrê 2024-08-18 14:56:14   ÎZMÎR - Şandeya DEM Partiyê serdana welatiyên ku di şewata li herêma Karşiyaka Yamanlar de xaniyên wan zirar dîtine kir û peyama piştevaniyê da.    Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayten Kordû û Siyasetmedar Sebahat Tûncel serdana welatiyên ku xaniyên wan ji şewata herêma Çiyayê Karşiyaka Yamanlar a Îzmîrê de zirar dîtine kirin.    Rêveberên navend û navçeya Karşiyakayê jî tev li Kordû û Tûncelê bûn. Şandeya ku serdana welatiyên ku xaniyên wan şewitîne kirin.    Welatî ji şandeyê re gotin ku mudaxile gelek dereng hatiye kirin. Welatî diyar kirin ku di destpêkê de ji hewayê mudaxile nehate kirin û anîn ziman ku mudaxileya ji bejahî hatiye kirin jî kêm maye. Welatî dan zanîn ku ew bi piştevaniyê hewl didin vê pêvajoyê derbas bikin û xwestin saziyên têkildar mexdûriyetên wan çareser bikin.    Şandeya DEM Partiyê jî ji welatiyan re gotin ku ew ê tevî Meclisê li her derekê derbarê pirsgirêkên ji ber şewatê hatine jiyîn, bînin ziman û dê ji vê rewşê bi piştevaniyê çareser bikin.