Li Kerkukê ji bo ‘jiyana bi hev re’ serdema nû 2024-08-18 19:03:36   NAVENDA NÛÇEYAN - Waliyê Kerkukê aşkere kir ku Serokê Meclisa Bajêr ê Kerkukê dest bi xebatên xwe kirine û anî ziman ku peywîra wan jiyana bi hev re û xizmeta ji gel re ye.   Serokê Meclisa Bajêr a Kerkukê Mûhammed Îbrahîm Hafiz dest bi xebatan kir. Waliyê nû yê Kerkukê Rêbwar Taha ev tişt gotin: “Ji bo xizmeta ji gelê Kerkukê re pêdivî bi hemû pêkhateyan heye. Li Kerkukê armanca me ew e ku bi hev re bijîn û weke ekîbekê xizmetê ji gelê Kerkukê re bikin. Em mizginiyê didin gelê Kerkukê ku di nava pêkhateyan de tu cihekariyê nakin û divê bê zanîn ku yekane armanca me xizmetê ji we re bikin.”   Serokê Meclisa Bajêr a Kerkukê Muhammed Îbrahîm Hafiz jî wiha got: “Ji îro û pê ve li Kerkukê dîrokeke nû tê nivîsîn.”