Li Elkê cerdevanan êrişî berîvanan kirin 2024-08-18 22:54:17   ŞIRNEX - Li gundê Berê Derya yê navçeya Elkê ya Şirnexê, cerdevanên eşîra Jirkî li dijî bira pez a eşîra Spertiyan êrişeke çekdarî pêk anîn. Di êrîşê de 32 pez mirin û hate hînbûn ku cerdevanan konên bêrîvanan jî şewitandine.     Duh danê êvarê li gundê Berê Derya yê navçeya Elkê ya Şirnexê cerdevanên eşîra Jîrkî ji ber pirsgirêka erd li dijî bira pez a eşîra Spertî êrişeke çekdarî kirin. Di êrîşê de 32 pez mirin û 35 pez jî birîndar bûn. Her wiha hate hînbûn ku konên berîvanan jî hatine şewitandin.    Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, ji ber pirsgirêka erd bi salan e di navbera eşîra Spertî û eşîra Jîrkî de pevçûn didome. Piştî ku her du eşîran ev rewş birin dadgehê, dadgehê di sala 2023’yan de biryar da ku erd ê eşîra Spertiya yê. Piştî biryarê bêrîvanên ji eşîra Spertî ku li zoma gund konên xwe vegirtine ji bo ewlehiyê serî li cendirmeyan dan.   CERDEVAN HATIN BERDAN   Piştî bûyerê cenderme jî çûn herêmê û lêpirsîn hat destpêkirin. Hat hînbûn ku cerdevanên bi navê Nûrettin Aydemîr û Abdûrrahman Tarhan hatinê binçavkirin. Aydemîr û Tarhan ên piştî li qereqola li gundê Kitêrê yê navçeya Elkê îfadeyên wan hatin wergirtin, hatine berdan.