Li dijî dagirkeriya peravên gola Wanê çalakî hat lidarxistin 2024-08-18 23:54:41   WAN - Tevgerên ekolojiyê yên li navçeya Erdîşê hatine cem hev di pêşengtiya Tora Piştevaniya Tevgerên Peravan (KIYIDA) li dijî dagirkeriya pevavan, banga têkoşînê kirin.    Tora Piştevaniya Tevgerên Peravan (KIYIDA) li gelek navendên Tirkiyeyê, li dijî dagirkeriya peravan daxuyaniyên li dar xist û banga hestiyariyê kir. KIYIDA li taxa Sahîlkent a Erdîşa Wanê daxuyanî da. Tevî Komeleya Polîtîkayên Çiyagerî, Hawîrdor û Ekolojiyê ya Sîpanê ya pêşengtiya daxuyaniyê kiriye, Platforma Ekolojiyê ya Zîlanê, Koma Zortûl a Hawîrdorê û gelek kes tev lidaxuyaniyê bûn. Çalakvan di daxuyaniyê de pankarta "Perav yên me ne, em tev li peravan in" vekirin û dovîzên li ser "Dagirkeriya peravên gola Wanê bidin sekinandin, Bila behra Wanê qirêj nebe" û "Bila kanên xîz ên hawîrdorê qetil dikin werin sekinandin" dihat nivîsandin, hilgirtin.    'PERAV QADÊN HEVPAR ÊN JIYANÊ NE'   Aktîvîstê Hawîrdorê Selçûk Aladag daxuyaniya çepemeniyê xwend. Aladag destnîşan kir ku perav qadên hevpar ên jiyanê ne, divê perav ji bo hemû mirovan bêpere û wekhev bin û wiha got: "Perav ne tenê ji bo mirovan in, ji bo hemû giyanan e ku tev li wê derê tên cem hev. Divê hemû zindî, nezindî werin parastin. Lewma em li şûna gotina perav yên gel in dibêjin ku perav ya me hemûyan e."   Aladag diyar kir ku li her çar aliyê Tirkiyeyê perav piranî hatine dagirtin û ev tişt gotin: "Em ê wek parastvanên peravan destûrê nedin hilweşandin, dagirkerî û bazirganiya peravan. Em dibêjin ku me kampanyaya 'Qanûna Destûra Bingehîn a Peravan Bisepîne' daye destpêkirin, heya hemû perav azad dibin em ê têkoşîna xwe bidomînin."