Xwebûn bi manşeta “Sifreyê vergan” derket 2024-08-19 08:43:56 NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Sifreyê vergan” derket pêşberî xwînerên xwe û bal kişand ser planên ku li ser Kerkuk, Şengal, Duhok û Dêra Zorê pêş dikeve.   Rojnameya Xwebûnê di hejmara 244’an bi kirmanckî manşeta “Sifreyê vergan” avêt û bal kişand ser plan û lîstikên hêzên dagirker ên li ser Şengal, Dihok, Kerkuk û Dêra Zorê pêş dikeve.   Rojnameyê di surmanşetê de jî bi sernavê “Em ê Wanê bikin bajarê jinan” bal kişand ser xebat û projeyên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya ji bo jinan. Rojnameyê di rûpela Jinê de bi ser navê “Guleya pêşî li kê ket?” cih da bandora 15’ê Tebaxê ya li ser têkoşîna jinan. Rojnameyê nivîsa Nivîskar Felemez Ulug a bi sernavê “40 sal in li dijî azadiya kurdan xiyanete dike” derxist pêş û bal kişand ser xiyaneta  ku PDK 40 sal in li dijî gelê kurd û tevgera azadiyê dike. Nivîskarê rojnameyê Zinar Ronî jî bi sernavê “Kerkuk ya kê ye? bal kişandiye ser geşedanên dawî yên li ser Kerkukê pêş dikeve.