ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2024'AN 2024-08-19 09:00:23   * Berdevka TJK-E’yê Ayten Kaplan diyar kir ku ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û li dijî şerê li dijî kurdan ew ê bi AKP’ê re bicivin û ew ê li ser vê bingehê bi saziyên jinan ên li Ewropa, Asya û Rojhilata Navîn re jî li hev bicivin.   * Hate îdiakirin ku beriya girtiyê nexweş Çetîn Tûtkûn ê li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê tê ragirtin sewqî ATK’ê bê kirin, li nexweşxaneya ku birinê derbarê wî de rapora tenduristiyê ya “sexte” hatiye amadekirin.    * Sazî û dezgehên ziman û çanda kurdî, li dijî polîtikayên pişaftin û êrişên ser ziman, bi deklerasyoneke seferberiya zimanê kurdî îlan kirin û gotin: “Em ê li her qadekê, xebatên xwe bimeşînin.”    * Berdan Sal li eskeriyê ji ber govenda kurdî girtiye, hatibû girtin. Kurapê Sal, Rohlat Sal got: “Çi dibe bila bibe wê kurd li ber stranên xwe govenda xwe bigerînin.”    * Êrişa dewleta zilam a li dijî Serokwekîla DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê dê li Amed û Şirnexê were protestokirin. (12.00)   * Li Îzmîr û Mêrsînê dê di çarçoveya çalakiyên “Deng bide azadiyê” de daxuyaniyên çapemeniyê bên dayîn. (14.00)    * Bi tevlibûna Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan, dê li Bayrakliya Îzmirê “Hevdîtina Teqawîtan” were lidarxistin. (18.00)    * Amedspor dê li sehaya xwe bi Îstanbûlsporê re bilîze. (21.00)