Rejîma Îranê kolberek din qetil kir 2024-08-19 09:52:36 NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên rejîma Îranê, li sînorê Hewramanê kolberekî ji Sergetî Hewremanê qetil kir.   Li gorî agahiyên nûçeya Rojnewsê duh bi şev hêzên rejîma Îranê, kolberê bi navê Aram Xelîl ê 26 salî ku xelkê Sergetî Hewremanê bû li ser sînorê başûr û rojhilatê Kurdistanê, qetil kir.   Kolberê şahidê bûyerê derbarê mijarê de ev agahî dan: “Navê kolberê hatiye qetilkirin Aram Xelîl e û xelkê Sergetî Hewraman ye. Aram Xelîl ji bo debara jiyana xwe bike kolberiyê dikir. Di danê êvarê de hêzên sînor ên Îranê rasterast gule barandin. Aram destpêkê ji singê xwe birîndar bû, lê piştî gihandina nexweşxanyê, jiyana xwe ji dest da.”