7 kesên binçavkirî hatin berdan 2024-08-19 10:40:39   STENBOL - Li Stenbolê 7 kesên hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Di serdagirtinên malan ên 13’ê tebaxê de li Stenbol û navçeyên wê de 7 kes hatin binçavkirin.    Li gel Serokê Platforma Komeleyên Kurdistanê (DGD) Abdulhakîm Daş û endamê Meclisa Partiyê (PM) ya Partiya Herêmên Demokratîk Eşref Yaşar jî di nav de 7 kesên hatine binçavkirin îfade dan dozgeriyê. Dozgerî ji 7 kesan yekî, bi şertê kontrola edlî berda, 6 kesên din jî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” sewqî dadgehê kir.     Dadgehê 6 kesên din jî bi şertê kontrola edlî berda.