Di sekeratê de hate berdan: 19 roj in di lênêrîna awarte de ye 2024-08-19 12:12:08   AMED - Alî Ekber Orûç ê di dema sekeratê de hatiye berdan, ev 19 roj in di servîsa lênêrîna awarte de ye. Hevjîna wî Cemîle Orûç anî ziman ku sedema giranbûna rewşa tenduristî ya Orûç, şert û mercên xirab ên girtîgehê ne.    Alî Ekber Orûç di sala 1993’yan de li navçeya Hezexa Şirnexê hatiye girtin, piştî 21 salên girtî, dema ket sekeratê hate berdan. Orûç ê di girtîgehê de nexweş bûye, piştî 10 salên berdanê, pirsgirêkên tenduristiyê re rû bi rû ma. Orûç ê rewşa wî ya tenduristî giran bûye, ev 19 roj in di servîsa lênêrîna awarte de tê ragirtin.    Orûç bi îdiaya “Yekitî û yekpariya dewletê xerakirinê” hate girtin û 30 sal ceza lê hate birîn. Orûç di dema xwe ya girtî de, bi dorê di girtîgehên Amed, Erzirom, Sîncan, Umraniyeyê de hate ragirtin. Orûç ê bi nexweşiya Hundingtonê (nexweşiyekî mejî) ketiye, di nav lîsteya Girtiyên Nexweş ên Giran a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih girt. Piştî ku Saziya Tipa Edlî (ATK) derbarê Orûç de rapora “Nikare di girtîgehê de bê ragirtin” amade kir jî, demekî dirêj nehate berdan. Ji ber nexweşiya xwe ya pêşketiye, Orûç di sala 2014’an de, di sekeratê de hate berdan. Orûç ev 10 sal in ketiye cihan û têkoşîna jiyanê dide.”    REWŞA WÎ GIRANTIR BÛ   Orûç ê rewşa wî giran bûye, 19 roj beriya niha rakirin servîsa lênêrîna awarte ya nexweşxaneyekî taybet. Hevjîna Orûç bertek nîşanî nêzîkatiya li dijî hevjînê wê hatiye nîşandan da û wiha got: “Bijîşkên ku em çûne cem wan gotin, ‘we zûtir bianiya, dê zûtir bihata dermankirin û baştir bûya’. Girtî di sekeratê de tên berdan. Ev 10 sal in ji girtîgehê derketiye, ketiye nav cihan û ez lê dinêrim. Rewşa wî niha girantir bûye.”   BANGA ‘GIRTIYÊN NEXWEŞ BERDIN’   Orûç da zanîn ku divê girtiyên nexweş werin berdan û wiha got: “Gelek girtiyên nexweş ên wekî hevjînê min hene. Tevî rewşa wî ya giran hevjînê min bi derengî berdan, qet nebe bila girtiyên nexwşe yên din zû berdin. Mê êş kişand, bila kesekî din nekêşe. Piştî rewşa wan giran dibe tên berdan. Ma qey ji bo mirovan berdin li benda mirina wan in? Heke zûtir werin berdan qet nebe dê bijîşk zûtir rewşa wan hîn bibin û wan zûtirîn wan derman bikin.”