Çawişê pispor du kesan qetil kir 2024-08-19 13:38:44   KONYA - Li navçeya Akşehîrê çawişê pispor E.K. bav û kurê wî, ji ber nelihevkirina heqê kirê, bi çekê qetil kir.    Li navçeya Akşehîrê çawişê pispor E.K. ji bo heqê kirê bi xwediyê malê re kete nîqaşê. Piştî nîqaşê E.K. bi çekê xwediyê xanî bav Necatî û kurê wî Yavûz Yilmaz bi çekê kuşt. Çawişê Pispor E.K. Necatî Yilmaz û kurê wî Yaûz Yilmaz ên di sîteya pîşesaziyê de karûbarên mobîlyayê dikirin bi çekê, giranî birîndar kirin. Bi agahîdayînê tîmên tenduristî û polîs şandin li cihê bûyerê. Necatî û Yavûz Çinar ên rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Akşehîrê, tevî hemû midaxileyan nehate xelaskirin.     Çawişê pispor E.K. ji hêla tîmên Midûriyeta Polisan a Akşehîrê ve hate binçavkirin.