Bakirhan: Ger malnişin bixwazin dikarin vê desthilatê bişînin 2024-08-19 23:23:18   ÎZMÎR - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ku li Îzmîrê bi malnişînan re civiya, anî ziman ku ger malnişîn bixwazin dikarin desthilatê jî biguherînin û got: "Derdê me yek e. Divê em hesab ji vê pergala bêrûmet bipirsin."    Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, di çarçoveya hevdîtinên "Nan û Edaletê" de li navçeya Bayrakli ya Îzmîrê bi malnişînan re civiya. Li têketina cihê ku hevdîtin lê çêbû bi kurdî û tirkî pankarta "Em di têkoşîna nan û edaletê de tên cem hev" hat daliqandin. Parlamenterên DEM Partiyê Kamûran Tanhan, İbrahim Akin û Bûrcûgul Çubuk, endama Lijneya Rêveber a Navendî ya DEM Partiyê Sevtap Akdag û endamên meclisa partiyê û nûnerên sendikaya malnişînan û partiyên siyasî yên li bajêr jî di nav de bi sedan kes beşdarî hevdîtinê bûn.    Piştî ku nûnerên sendîkayan pirsgirêkên xwe û daxwazên xwe anîn ziman, Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan axivî.    Bakirhan anî ziman ku pergal qîmetê nade malnişînan û got ku malnişîn di hilbijartina 31'ê Adarê de dersek dane desthilatê. Bakirhan destnîşan kir ku divê rêxistinbûyîn û yekîtiya di sindoqan de di rojên pêş de ji bo şandina desthilatê jî bê bikaranîn. Bakirhan bilêv kir ku yên herî zede bandorê ji krîza aborî ya ku AKP'ê ew afirandiye herî zede malnişîn bandor dibin û got: ""Derdê me yek e. Divê em hesab ji vê pergala bêrûmet bipirsin."    Bakirhan destnîşan kir ku ger 16 hezar malnişin bixwazin dikarin desthilatê biguherînin û got ku kêmasiya rû dide ji ber nebûna têkoşîna hevpar e.   Hevdîtin piştî axaftina Bakirhan bi dawî bû.