Kûrtûlmûş ji malbata Şenyaşar re got: Çalakiya we zirarê dide nirxê Meclisê 2024-08-20 13:15:18   ENQERE - Serokê Meclisê Nûman Kûrtûlmûş, bi telefonê li malbata Şenyaşar a bi daxwaza edaletê li Meclisê çalakî da destpêkirin geriya û îdia kir ku çalakî dê zirarê bide nirxê Meclisê.    Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du kurên wê di 14’ê hezîrana 2018’an de ji hêla xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê yê wê demê Îbrahîm Halîl Yildiz ve li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hatibûn qetilkirin, nobeta xwe ya edaletê jinûve da destpêkirin. Dayik Şenyaşar, çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê ya didomand ji Rihayê veguhest ber Wezareta Dadê û ji wir jî veguhest ber Serokatiya Meclisê.    KÛRTÛLMÛŞ LI ŞENYAŞAR GERIYA    Dayik Şenyaşar di çalakiya dest pê kir de pankarta “Ji bo malbata Şenyaşar edalet, ji herkesê re edalet” hate vekirin. Piştî çalakiyê demekî kurt Serokê Meclisê Nûman Kûrtûlmûş bi telefonê li parlamenterê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar geriya. Kûrtûlmûş xwest ku malbata Şenyaşar çalakiya xwe ya daye destpêkirin bi dawî bike. Kûrtûlmûş, îdia kir ku komkujî Meclisê eledar nake û karê darazê ye û heke çalakî bê kirin dê zirarê bide nirxê Meclisê. Kûrtûlmûş ji ber vê yekê xwest ku çalakî bê bidawîkirin.    JI BO HEVDÎTINÊ SOZA ÎNÎSIYATÎF GIRTINÊ DA   Parlamenterê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar jî di axaftina xwe ya bi telefonê de diyar kir ku komkujî herkesê eleqedar dike û daxwaza xwe ya hevdîtinê ya bi Serokkomarê AKP’î Tayîp Erdogan re ji Kûrtûlmûş re ragihand. Kûrtûlmûş jî soz da ku ji bo vê hevdîtinê dê înîsiyatîfê bigire. Kûrtûlmûş di heman demê de berpirsê xwe yê ji karên nivîsê şand odeya Şenyaşar û derbarê komkujî û pêvajoyê de agahî wergirt.    Dayik Şenyaşar piştî çalakiyê derbasî odeya Ferît Şenyaşar a li Meclisê bû.    MA / Mehmet Aslan