Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li Serokkomariyê hate dayîn 2024-08-20 14:11:18   ENQERE - Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan, bi daxwaza hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re serî li Serokkomariyê da.    Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Rihayê Omer Ocalan, bi daxwaza hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê zêdetirî 25 salan e li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin re serî li Serokkomariyê da. Parlamenterê DEM Partiyê Ocalan ê bi rêya faks û posteyê serî li Sekreteriya Giştî ya Serokkomariyê da, bal kişand ku Abdullah Ocalan nikare bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike.    DAXWAZA SERDANÊ    Di serlêdanê de îşaret bi biryara tedbîrê ya Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li ser tecrîda li ser Abdullah Ocalan hate kirin û hate bibîrxistin ku tevî biryarê piştî tu gav nehatin avêtin serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclisê (ÎHÎK) hatiye dayîn. Di serlêdanê de hate diyarkirin ku di serlêdanê de ÎHÎK’ê îdia kiriye ku tecrîd nîne û ev tişt hatin gotin: “Di bersiva 23’yê sibatê de hat nivîsandin ku bi hinceta cezayên dîsiplînê destûr nayê dayîn ku girtiyên Îmraliyê bi parêzer û xizmên xwe re hevdîtinê bikin û li ser name û faksan qedexe nîne. Hat diyarkirin ku di sala 2023’yan de têkildarî hevdîtina parêzer tu cezayên dîsiplînê nînin, lê ji bo çima hevdîtina malbat û parêzeran nayê kirin tu daxuyanî nehatiye dayîn.”   Di serlêdanê de bal hat kişandin ser rêzgirtina li jiyana malbatî ya xala 8’emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û daxwaza hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ya li Îmraliyê hate kirin.