Girtiyê ku di rêya hevdîtinê de dayika xwe winda kir, sewqî girtîgeheke dûrtir hat kirin 2024-08-20 17:15:25   AMED - Hate zanîn ku girtî Seyîtxan Yaman ê dayika xwe piştî hevdîtina li girtîgehê di rêya vegerê de winda kir, sewqî girtîgeheke ku ji bajarê xwe dûrtir hatiye kirin.    Seyîthan Yaman ê di 3’yê hezîrana 2016’an de piştî qedexeya derketina derve ya li Mêrdînê hate binçavkirin û girtin di 16’ê tebaxê de ji Girtîgeha Hejmara 2’yan a Xarpêtê sewqî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2’yan a Erzînganê hate kirin. Hate diyarkirin ku Yaman ê di dema li Xarpêtê bû di hucreyê de dihate ragirtin, li Erzînganê jî di hucreyê de tê ragirtin.    Malbata ku piştî kurê wan di 17’ê tebaxê de bi telefonê negeriya, li girtîgehê geriya. Ji malbatê re bersiva Yaman ne guncav e ku bi telefonê biaxive û bila pişt re bigerin hate dayîn. Malbatê piştî demekê dîsa li girtîgehê geriya. Vê carê ji malbatê re bersiva ku Yaman sewqî girtîgeheke cuda hatiye kirin û bi hinceta ewlehiyê nikarin cih û dema wî bibêjin hate dayîn. Piştî ku Yaman di 19’ê tebaxê de li malbata xwe geriya, malbat hîn bû ku kurê wan sewqî Girtîgeha Hejmara 2’yan a Ewlehiya Bilind hatiye kirin. Yaman ê di telefonê de bi malbata xwe re axivî, da zanîn ku ji roja sewqî girtîgehê hatiye kirin ve li hucreyê tê ragirtin.    DAYIKA WÎ DI VEGERA HEVDÎTINÊ DE JIYANA XWE JI DEST DA   Dayika girtî Yaman, Gazalî Aslan, di 17’ê tebaxa 2023’yan de ji bo hevdîtinê ji Amedê çû Xarpêtê û di dema vegerê de qezaya trafîkê derbas kiribû û jiyana xwe ji dest dabû. Daxwaznameyên ku malbat û parêzerên Yaman ji bo sewqî girtîgehên Êlih an jî Amedê bê kirin bê encam mabûn.    BANGA HESTIYARIYÊ     Malbata Yaman a têkildarî mijarê agahî da, da zanîn ku daxwaza wan a sewqkirina girtîgeheke nêzîk, bi sewqkirina girtîgeheke dûr bû bersiv. Malbatê diyar kir ku sewq hem ji bo wan hem jî ji bo Yaman encamên neyînî derxistin holê û banga hestiyariyê kir.