Meclisa Leşkerî ya Minbicê nehişt Tirkiye derbasî kantonê bibin 2024-08-21 08:48:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên Meclisa Leşkerî yên Minbicê nehiş Tirkiye û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê têkevin Minbicê. Di pevçûnê de çeteyek hate kuştin û gelek jî birîndar bûn.    Navenda Ragihandinê ya Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin Tirkiyeyê û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê xwestin têkevin gundewarê Minbicê. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê rê nedan ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker bikevin gundê Mehsenlî yê bakurê kantona Minbicê.   Çeteyan vê sibê saet di 5:30`an de hewl dan derbasî gundê Mehsenlî bibin. Hemwextî wê 3 dron gund bombebaran kirin. Lê tenê zirarên madî çêbûn.   Şervan baldar bûn û nehiştin çete derbasî gund bibin. Di encamê de şer derket, çeteyek hate kuştin û gelek çeteyên din birîndar bûn.”