ROJEVA 21’Ê TEBAXA 2024’AN 2024-08-21 09:00:20   * Parêzer Cemal Demîr diyar kir ku dewleta tirk ji bêdengiya navnetewî hêzê digire û tecrîda li Îmraliyê kûrtir dike û wiha got: “Tişta ku desthilat dike ew e ku binpêkirina li demê belav kirî bi civakê bide qebûlkirin.”   * Halîl Yakûtê ku li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kir û di roja 99'an a grevê de hat berdan, anî ziman ku li girtîgehê sûcên wekî îşkence û hewldanên ji bo kuştinê dihatin kirine û ji bo berxwedana ji bo girtina van girtîgehan tê kirin banga piştgiriyê kir.    * Li herêma Behdînan ku operasyon û êriş lê zêde bûne, Tirkiye bi destê PDK'ê ji bo bangawaziya "teslîm bibe" "xeta qanehkirinê" û ji bo welatiyên tên binçavkirin jî "odeyên lêpirsînê yên hevpar" ava kirine.    * Rojnamevan Hayrî Kiziler ku bal kişand ser kûrbûna hevkariya Tirkiye û PDK'ê, diyar kir ku li dijî êrişan yên ku diyarker bin wê berxwedêr bin.    * Nevzat Akbûlak ê li Girtîgeha Hejmara 1’an a Ewlehiya Bilind a Xarpêtê tê ragirtin, ji ber ku ferzkirina “poşmantiyê” qebûl nake berdana wî cara 3’yemîn hate taloqkirin.    * MYK ya DEM Partiyê dê bi rojeva 1’ê Îlonê û Can Atalay kom bibe. (10.00)    * Şaredariya Peyasê ya Amedê dê li Taxa Mezopotamyayê Aşxaneyê veke. (11.00)    * Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê ku veguhestibû Meclisê dê di roja duyemîn de berdewam bike. (11.00)    * Çalakiya nobeta ya li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê li Qada Şîşhane ya li Beyoglû ya Stenbolê hatiye destpêkirin dê berdewam bike. (20.00-22.00)