PDK, 'xeta qanehkirinê' û 'odeyên lêpirsînê yên hevpar' ava kirin 2024-08-21 10:10:41 DUHOK - Li herêma Behdînan ku operasyon û êriş lê zêde bûne, Tirkiye bi destê PDK'ê ji bo bangawaziya "teslîm bibe" "xeta qanehkirinê" û ji bo welatiyên tên binçavkirin jî "odeyên lêpirsînê yên hevpar" ava kirine.    Tevî hemû piştevaniya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) jî di operasyon û êrişên li ser Herêma Kurdistana Federe de encamên tê xwestin nayên bidestxistin. PDK'ê ku herêmên di bin kontrola xwe de ji hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê re vekiriye, dema ku hewldanên wê yên pêşengî yên ji bo bombekirin û valakirina jîngehan, zêdekirina baregehên leşkerî û danîna noqteyên kontrolê li ser rêyan encam negirt, serî li rêbazên nû da. Guhertoya nû ya banga “teslîmbûnê” ku di salên 1990’î de gelek caran hat ceribandin lê tu encam negirt, dîsa ji aliyê PDK’ê ve ket meriyetê. Bi talîmata desthilata AKP-MHP'ê ya ku li şûna çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka kurd hêvî ji van pêkanînan dike, PDK'ê bi îstîxbarata tirk re li qadên operasyonê "xeta qanehkirinê" ava kir.   BEŞÊN TAYBET HATIN AVAKIRIN   Li qadên operasyonê yên ku gelê kurd wekî "dagirkerî û dagirkirinê" pênase dike, ji bo banga "teslîmbûnê" beşên taybet hatin avakirin. Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên ku ji nêz ve geşedanên li herêmê dişopînin hatine girtin, tîmên taybet ku PDK jî di nav de ye bang li hêzên HPG’ê dikin ku “Teslîmî dewleta tirk bibin”. Bang ji hêla bêtêlên ku dikevin frekansên bêtêlan yên ku bi taybetî hatine amadekirin tên kirin. Îstîxbarata PDK’ê, Parastin û MÎT van çalakiyan bi taybetî li herêma Garê ya herêma Behdînan ku operasyon lê zêde ne, dikin.   ZÊBARÎ LI SER VAN BEŞAN E   Di serî de beşa "xeta qanhekirinê" Berpirsê Îstixbaratê yê Hewalgirî Şimal Zubeyr Mehmûd û biraziyê Hoşyar Zêbarî û Rêveberê Herêma Akrê-Şêxanê Îslam Zêbarî ne. Bêtêlên taybet ên ji bo têkevin frekansên radyoyê her tim li ser rêyên ku hêzên HPG'ê lê ne digerin. Gelek caran di radyoyan de bangên “teslîmbûnê” tên kirin.   Endamên yekîneya PDK'ê yên bi bêtêlan bang dikin dibêjin, "Were bibînin, em vê derê bi dewleta tirk re bi rêve dibin, ma hûn naxwazin bibin parçeyeke vê yekê? Heke hûn bixwazin hûn dikarin werin li cem me bimînin. Em hemû dikarin li Kurdistana bi xweşî bijîn, an jî ger hûn bixwazin em dikarin bi dilxweşî di hemêza dilovan a dewleta tirk de bijîn." Gotina "Wekî soz dane destê xwe nadin we û hûn ê biçin cem malbatên xwe" balê dikişîne.    ODEYÊN LÊPIRSÎNÊ YÊN HEVPAR   Çavkaniyên herêmî pêşketineke din a li herêmê parve kirin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, piştî "Navenda koordînasyona hevpar" û "odeya parvekirinê ya îstixbaratê", “odeyên lêpirsînê yên hevpar" hatin avakirin. Li Tirkiyeyê welatiyên ku ji ber zextên dewletê diçin bajarên Herêma Federe yek bi yek bang li navendên Asayîşê tên binçavkirin. Kesên tên binçavkirin bi beşdariya personelên îstîxbarata tirk li "odeyên lêpirsînên yên hevpar" tên lêpirsîn. Ji wan der barê jiyana wan a xebatê û malbatên wan de gelek pirs tên kirin.    Hat diyarkirin ku PDK û îstîxbarata Tirkiyeyê ji bo li herêmê “toreke sîxurtiyê ava bikin” lez didin xebatên xwe. Di çarçoveya planê de, bi rêya amûrên teknîkî yên tên bikaranîn, agahiyên mirovên welatparêz tên bidestxistin. Piştî ku agahiyên hatine girtin tên analîzkirin, ji bo şantaj û gefxwarinê tên bikaranîn û ferzkirina “sîxurtiyê” tên kirin. Kontrolkirina nasnameyan, serdegirtinên gundan, binçavkirin û girtin bi taybetî li herêma Behdînan di çarçoveya vê planê de cih digirin.   MA / Erdogan Altan