Îranê mamosteyekî kurdî girt 2024-08-21 12:34:01   NAVENDA NÛÇEYAN - Hate diyarkirin ku rejîma Îranê Mûxtar Esadî yê li Rojhilat mamostetiya kurdî dike girtî ye.    Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku li bajarê Sineyê di 18’ê tebaxê de hêzên rejîma Îranê bêyî destûra yasayî bi ser mala çalakvanê pîşeyê yê mamosteyên Kurdistanê yên Sineyê Muxtar Esedî de girtin. Hate diyarkirin ku piştî Esedî vexwendin Rêveberiya Polîsan a Internetê ya Sine û piştre ber bi cihekî nediyar ve birine.   Her wiha hate ragihandin ku mamostayê Kurd piştî hatî girtin li zîndanê dest bi greva birçîbûnê kiriye.   Hêjayî gotinêye ku Muxtar Esedî endamê naskirî yê Yekitiya Pîşeyî ya Mamostayên Kurdistanê ye. Her wiha xwediyê bawernameya masterê li Zanîngeha Tehranê ye. Muxtar Esedî ji ber çalakiyên pîşeyî, heta niha gelek caran hatiye binçavkirin.