Îdianameya govendê hat amadekirin: We govend gerand? 2024-08-22 09:05:39   STENBOL - Îdianameya der barê ciwanên ku ji ber di şahiya leşkeriyê de li ber stranên kurdî govend gerandibûn hatibûn binçavkirin û paşê hatibûn girtin de hat amadekirin, hat qebûlkirin. Di îdianameyê de ji ciwanan pirsa "we govend gerand?" hatiye pirsîn.    Li Stenbolê di 27'ê Tîrmehê de li Arnavûtkoy, Esneyûrt û Gazîosmanpaşyê di avêtina ser dawetan û şahiyên leşkeriyê de 19 kes bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" hatibûn binçavkirin. Ji kesên ku govenda gerandibûn li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal belav kiribûn, yek jê jî Berdan Sal bû ku li Fermandariya Cendirmeyan a Aydinê leşkeriyê dike.    Ji 19 kesên ku di çarçoveya 3 lêpirsînên cuda de hatibûn binçavkirin 12 jê hatin girtin û 7 jî hatin berdan. Der barê Temûrşah Sayan û Yildirim Kaya yên di şahiya leşkeriyê de hatin binçavkirin û bi awayekî negirtî tên darizandin de û Îlhan Kaya, Yasîn Tektaş û Berdan Salê leşker ên girtî de îdianame hat amadekirin. Îdianame ji 4 rûpelan pêk tê.    Îdianameya ku bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" hatiye amadekirin ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 22'yan a stenbolê ve hat qebûlkirin.    Her wiha dosyeya zarokên bi navê B.K., C.G. û O.T ên di heman dosyeyê de tên darizandin jî ji Buroya Lêpirsînê ya Sûcên Zarokan re hat şandin.    Di îdianameyê de ji bo şahiya leşkeriyê "qaşo şahiya leşkeriyê" hatiye gotin û hatiye diyarkirin ku dîmena li ser hesabê medyaya sanal ê leşker Berdan Sal hatine bidestxistin. Di îdianameyê de hatiye diyarkirin ku di dîmenan de kesên govend gerandine hatine tespîtkirin û hatiye gotin ku li ber strana "Ha Gerîlla" govend hatiye gerandin. Di îdianameyê de gotinên stranê jî hene.    Di îdianameyê de ji bo hin kesan hatiye gotin ku beşdarî şahiyê bûne lê govend negerandine.    Di îdianameyêde pirsa "we govend gerandiye?" ji ciwanan hatiye pirsîn.   Di îdianameyê de hatiye derpêşkirin ku ciwanên li ber strana "Ha Gerîlla" govend gerandine, propagandaya rêxistinê kirine û ji bo belavkirina wê ya li ser medyaya sanal hatiye gotin ku armanc ew bûye ku zêde bigihê ber destê mirovan.    Di îdianameyê de hatie xwestin ku ceza bê birîn. Danişîna ewil wê li Dadgeha Cezayê Giran a 22'yan a Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê bê lidarxistin.    MA/ Omer Îbrahîmoglû