Alimê olê Pênciwênî: Tirkiye êrişên komkujiyê pêk tîne 2024-08-22 10:42:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Alimê olî yê ji Silêmaniyeyê Eta Pênciwênî bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê da û diyar kir ku Tirkiye di herêmê de êrşên komkujiyê pêk tîne.    Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê dane destpêkirin didomin. Alimê olî yê ji Slêmaniyeyê Eta Pênciwênî ji Rojnewsê re axivî. Pênciwênî bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê da û diyar kir ku kTirkiye li herêmê êrişên komkujiyê pêk tîne.   ‘HER GEL XWEDÎ MAFÊ AZADÎ Û JIYANÊ YE’   Mela Eta wiha dest bi axafina xwe kir: “Mafê hemû gel û netewane ku azadiya xwe hebin. Yek ji nîşan û qudreta Xwedê ew e ku mirov bi reng, ziman û çandên cuda afirandine. Ev ne tiştekî ku yekî ji bo me xêra xwe kiriye ku em kurd bin û mafê jiyanê û azadiyê bidin me. Di Quranê de dibêje; me hûn nêr û mê afirandine û me hûn kirine qebîle û netew, da ku hûn hevdû nas bikin. Bi giştî em dikarin bibêjin ku çawa ku her gel û neteweyên din xwedî mafên hebûnê ne û çawa ku ji bo wan rewa ye, ji bo me jî mafdar e. Mixabin em gelek caran dibînin ku kesên ji derveyî bi neheqî û dûrî nirxên îslamî û însanî, êrişên qirkirinê û leşkerkêşanê li ser me dikin û welatiyan, cihên olî û perestgehan dikin hedef ku ev yek di Îslamê de neheqî ye.”   ‘DI NAVBERA GELAN DE FERQ NÎN E’   Di dewama axaftina xwe de Mela Eta destnîşan kir ku li vir berevajiyê şîretên di Îslamê de tên kirin tevdigerin û wiha axivî: “Îslamê şîret li oldarên xwe kiriye ku cihên olî xera nekin, kal û pîr, seqet, jin û zarokan nekujin û çavkaniyên avê wêran nekin, lê mixabin li welatê me ev mijar berovajî bûne. Yên ku êrişî me dikin û me dikin hedef, di encamê de cihên me yên olî, çavkaniyên avê, gund û gelê me yên sivîl dikin hedef, ev yek jî di Îslamê de neheqî ye. Tiştê ku em ji bo xaka xwe ya Kurdistanê û gelê xwe rewa dihesibînin, em ji bo ax û gelê Efrînê, Kobanê û deverên din jî rewa dibînin. Wek Îslamê bi giştî, mafê jiyanê mafekî ku Xwedê daye evdên xwe, ne di navbera gelan de ye neteweyan. Bav û kalên me çavkaniya axa ku em lê ji dayik bûne ye, ji ber vê yekê di navbera gel û neteweyan de ferq tune.”   ‘BANGA WEKHEVÎ Û TÊKOŞÎNÊ’   Mela Eta tekezî kir ku wek mamostayek olî êriş û dagirkeriya li ser xaka Herêma Kurdistanê şermezar dikin û wiha domand: “Em hêvî dikin ku civaka navneteweyî di warê mafê jiyanê de li cem gel û gelan bi awayekî wekhev tevbigere û li hemberî êriş û dagirkeriyê helwestê nîşan bide. Gelo yên ku tên kuştin ne mirovin, ka civaka navneteweyî û mafên mirovan li ku ne? Li gorî min tiştek bi navê civaka navdewletî û mafên mirovan, ji bo kesên ku bi niyaza helwestê ne û ji bo kesên ku niyeta wan nîne, tenê propagandayeke dibiriqeye. Her dema ku asayîşa vî welatî bikeve metirsiyê, bandora wan li ser Iraq û welatên cîran jî dibe. Ji ber wê jî em hêvîdarin rêz li asayîş, aramî û pêkvejiyana welatiyên Herêma Kurdistanê bê girtin. Divê em jî yekdeng û aram bin û ji bo berjewendiyên xwe xwe ji nû ve birêxistin bikin û xwedî li hêza xwe derbikevin.”   HIZRA AX, GEL Û WELATÊ XWE BIKIN’   Mela Eta Pênciwênî herî dawî diyar kir ku hêvîdarin aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ne tenê li ser berjewendiyên xwe yên kesayetî hizir bikin, li ser berjewendiyên giştî jî hizir bikin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Divê em bifikirin ku emê çawa xwe ji destê dagirkeran dûr bixin û çawa ji berjewendiyên hizbî û siyasî dûr bikevin û xwe bikin qurbana ax, gel û welatê xwe.”