Serlêdanên ji bo Xelatên Mûsa Anter didomin 2024-08-23 09:03:04   STENBOL - Rojnamevan Ahmet Guneş ku diyar kir serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad didomin û got ku xelat di warê domandina kevneşopiya Çapemeniya Azad de girîng in.    Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter (Apê Mûsa) û Şehîdên Çapemeniya Azad ku ji aliyê Rojnameya Yenî Yaşamê wê îsal ya 31'emîn bê lidarxistin, didome. Pêşbazî wê di warê nûçeyên tirkî, nûçeyên bi dîmen, nûçeyên kurdî, wême, karîkatur û nûçegihaniya jinê bê lidarxistin. Ji bo serlêdanan roja dawî 10'ê Îlonê ye. Kesên layiqî xelatan bên dîtin, wê di 18'ê Îlonê de bên eşkerekirin. Xelat jî wê di 22'yê Îlona 2024'an de bi merasîmekê bên dayîn.    Edîtorê Rojnameya Yenî Yaşamê Ahmet Guneş têkildarî girîngiya pêşbaziyê û serlêdanan axivî.    Guneş bibîr xist ku gelek rojnamevanên di bin banê Çapemeniya Azad de xebitîne di dema karê xwe de ji ber hedefnîşandana dewletê hatine qetilkirin û got ku yek ji van jî Mûsa Anter bûye. Guneş bilêv kir ku ji ber ku Anter hem nivîskarê rojnameyê bûye hem jî rewşenbîr bûye navê wî li pêşbaziyê hatiye kirin. Guneş got ku ji ber vê Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Axzad girîng in.    Guneş diyar kir ku zextên li ser Çapemeniya Azad ji salên 90'î heya niha didomin û got ku Rojnameya Yenî Yaşamê li girtîgehan hatiye qedexekirin. Guneş got: "Rojnameya Yenî Yaşamê bi awayekîd er hiqûqî li radetsî girtiyan nayê kirin. Lê belê girseyeke me ya zêde li girtîgehan heye. Ji girtîgehan jî seîr li rojnameya me hatiye dayîn. Lewma em dixwazin mabatên girtiyên siyasî haya girtiyan pê bixin ku pêşbazî heye. Ji elw re ew jî her sal xebatên xwe dişînin."    Guneş bibîr xist ku serlêdan didomin û got: "Çapemeniya Azad her tim nirxên xwe parastiye û mîrateya kesên di vê rêyê de bedêl dane parastye û hatiye roja îro. Hem mîzaha Mûsa Anter hem jî fikrên wî û awayê wî yê berxwedanê ji bo em girîng e. Lewma gava em van xelatan di şexsê wîd e didin, di heman demê de ev kes hevalên me ne ku di salên 90'î de şehîd bûne. Ev xelat ji bo hevalên em yên li sirgûnê û ji bo hevalên me yên di girtîgehan de jî girîng e."