Pêkanîna 12’ê Îlonê di dewrê de ye: Li malbata girtî ‘axaftina bi tirkî’ hate ferzkirin 2024-08-23 09:25:46   WAN - Mûzaffer Îşnaz ê çû hevdîtina kurê xwe yê li Girtîgeha Tîpa L a Erzîncanê tê ragirtin, diyar kir ku rastî ferzkirina gardiyanan a “bi tirkî biaxive” hatiye.    Binpêkirinên mafan û zextên li dijî girtiyên siyasî her ku diçe berdewam dikin. Girtîgeha Tîpa L a Erzîncanê bi pêkanînên keyfî û binpêkirinên mafan di rojevê de ye. Li girtîgeha ku beriya niha ferzkirina lêgerîna tazî û hejmartina ser piyan lê dihate kirin vê carê jî di hevdîtina vekirî de ferzkirina “bi tirkî biaxivin” li malbatan kir.    FERZKIRINA ‘BI TIRKÎ BIAXIVE’   Hate zanîn ku li malbata Nîhat Îşnaz ê di sala 2015’an de piştî li Wanê hate binçavkirin hate girtin ku çûn hevdîtina vekirî ferzkirina “bi tirkî biaxive” hatiye kirin. Hate diyarkirin ku malbatên din ên çûne hevdîtinê jî rastî heman ferzkirinê hatine û hate zanîn ku girtiyan jî bertek nîşanî vê yekê dan. Bav Mûzaffer Îşnaz, bi lêv kir ku dema hevdîtina vekirî ya di meha tîrmehê de gardiyanan bi gotina “bi tirkî biaxivin” ew hişyar kirine.    GIRTIYÊN NEXWEŞ NAYÊN TEDAWÎ KIRIN    Bav Mûzaffer Îşnaz, da zanîn ku kurê wî di çarçoveya îfadeyên şahidan de hatiye girtin û 8 sal in jî di girtîgehê de ye û wiha got: “Kurê min di şaredariyê de ajokar bû. Dema ewilî hate girtin ew birin Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê. Piştî erdhejên Mereşê yên di 6’ê sibatê de çêbûn ew yekser sirgunî Girtîgeha Tîpa L a Erzîncanê hate kirin. Ji roja hatiye sirgunkirin heta niha tenê carekê min karî biçim hevdîtina wî. Ji zarokatiyê ve di tiliyên kurê min de pirsgirêk hene. Ji bo ku were emeliyatkirin randevû hatibû dayîn lê piştî hate sirgunkirin ne hate emeliyatkirin ne jî careke din randevû danê. Weke gelek girtiyên nexweş tedawiya kurê min jî nayê kirin. Li benda mirina wan e. Madem te girtî ye neçarî ku li wan binêrî. Mafê wan ê tedawîbûnê heye.”   MEHEKÊ QEDEXEYA HEVDÎTINÊ DANÊ    Îşnaz, anî ziman ku ji ber bê derfetiyên madî nikare biçe hevdîtina kurê xwe û wiha domand: “Çima girtiyan dibin bajarên ji malbatên wan dûr? Heke li vir bûya qet nebûya em da bi awayekî rehet biçin hevdîtina wî. Sirgunkirina zarokên me ya ji bajarên dûr re zilm û heqaret e. Armanca wan ew e ku malbatan û girtiyan ji hev cuda bikin lê vê yekê nikarin pêk bînin.”   Îşnaz, tiştên ku herî dawî di hevdîtina meha tîrmehê de qewimîn, wiha ragihand: “Em li eywana hevdîtinê bi kurdî diaxivîn. Gardiyanan jî bi gotina ‘bi tirkî biaxivin’ hişyar kirin. Min jî li dijî vê yekê got ez tirkî nizanim. Pişt re di navbera kurê min û gardiyanan de nîqaş derket. Dema ez roja duşemê bi telefonê bi kurê xwe re axivîm, hînbûm ku ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve mehek qedexeya hevdîtinê hatiye dayîn. Ez sedemê qedexeya hevdîtinê nizanim lê dibe ku ji ber nîqaşa di roja hevdîtinê de qewimî bibe.”   ‘ÇARESERÎ BIDAWÎKIRINA TECRÎDÊ YE’    Îşnaz, qala girtiyên ku tevî nexweşin û cezayê li wan hatiye birîn xelas kiriye nayên berdan kir û ev tişt got: “Li girtiyên ku cezayê li wan hatiye birîn xelas kirine ‘poşmantî’ tê ferzkirin. Ji bo ku qebûl nekirin bi awayekî neheq û bêhiqûqî înfaza wan tê şewitandin. Bi vê yekê hewl didin serî bidin tewandin. Lê girtiyên me dê serî netewînin. Ev girtî ne ji bo xwe ji bo vî gelî di girtîgehan de ne. Ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêka malbatên girtiyan e. Divê herkes vê pirsgirêkê weke pirsgirêka xwe bibîne. Divê gel xwedî li girtiyên nexweş, girtiyên ku berdana wan tê taloqkirin derkeve. Ji bo ku ev pirsgirêk were çareserkirin û edalet pêk were divê polîtîkayên tecrîdê bi dawî bibin.”