Neteweyên Yekbûyî gendeliyên li Herêma Kurdistanê eşkere kir 2024-08-23 10:14:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Neteweyên Yekbûyî di raporek xwe de diyar kir ku gendeliya herî mezin ya li Herêma Kurdistanê, li parêzgeha Hewlêrê pêk tê.   Bernameya Pêşketinê ya Neteweyên Yekbûyî (United Nations Development Programı-UNDP) der barê asta gendeliyê ya li Herêma Kurdistanê de raporek belav kir.   Li gorî raporê, gendeliya li Herêma Kurdistanê ya herî zêde bi rêjeya sedî 43 li Hewlêrê pêk tê. Her wiha di rêza duyem de jî bi rêjeya sedî 33 Silêmanî û di rêza sêyem de bi rêjeya sedî 24 li Dihokê pêkt ê.   Di rapora Neteweyên Yekbûyî de hate gotin ku rêjeya gendeliyê di nav 20 wezaret û desteyên herêmê pêk tê.   Li gorî vê, di reza yekem de herî zêde gendelî di Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê de pêk tê. Di rêza duyem û sêyem de jî Wezareta Ceyran û Şaredariyê pêk tê.   Di raporê de rêjeya gendeliyê ya li Wezareta Darayî bi rêjeya sedî 25 hate diyarkirin, di Wezareta Ceyranê de sedî 18 û di Wezareta Şaredariyê de jî sedî 17 hate diyarkirin.