Têkoşîna Ewênayê DEDAŞ û cendirme dan sekinandin 2024-08-23 14:42:42 MÊRDÎN - DEDAŞ’ê careke din bi cendirmeyan ve bi ser taxa Ewêna a Stewrê girtin. Welatiyên ku rê li ber tîman girtine, bertek nîşanî serdagirtinê dan û wiha got: “Bila dewlet xwe bi ser pişta me têr neke.”   Tîmên Belavkariya Ceyranê ya Dîcle A.Ş.’yê (DEDAŞ) bi rojan e hewl didin têkeve li gundê Ewêna navçeya Stewra Mêrdînê. Îro carek din tîmên DEDAŞ’ê bi sedan leşker, cendirme, wesayîtên zirxî û dozeran xwest bi ser gund bigrin. Gelê Ewêna ya ku sedan polîs û wesayîtên zirxî dîtiye, riya Stewrê girt. Cendirme piştre bi ava şid û xaza îsotê mudaxile li gundiyan kir. Gundî jî bi keviran bersiva êrişa cendiermeyan dan. Gengeşî bi sekinîna cendirmeyan rawestî lê belê welatî riyê girtin û bi berzkirina dirûşma “Bijî berxwedana Ewêna” çalakiya xwe domandin.     Balkêş bû ku piraniya çalakgeran jin û ciwan bûn. Jin bi darên girtine destên xwe ve disekinin. Çawa  ku cendirme belavî herêmên çiyayî bûn, girseya çalakger jî ji nav xwe kom şandin li herêmên çiyayî û li dijî mudaxileyekî cendirmeyan a bê tevdîr girtin.    ‘BI COPAN ÊRIŞ DIKIN’   Fatma Bûdak di qada çalakiyê de bertek nîşanî nêzîkatiya DEDAŞ’ê da, destnîşan kir ku bi rojan e ceyrana wan hatiye birîn, lewma avên wan jî hatine birîn. Bûdak da zanîn ku gundê wan gundekî mezin e û ew debara xwe bi çandinî û sewalkariyê dikin û wiha axivî: “Bi copan êriş dikin. Em ji wan natirsin. Li vê derê ne fabrîkayek heye ne jî tiştekî din. Em heya êvarê di zeviyan de dixebitin. Em ji ber sepanên DEDAŞ’ê tim bêceyran û bêav dimînin.”    ‘BILA DEWLET JI PIŞTA ME NEXWE’   Halîse Sûn jî derbarê nêzîkatiya dewletê û DEDAŞ’ê de ev tişt gotin: “Serokkomar derdikeve li qadan û qala gelê Filîstînê dike. Li vê derê jî gelê Filîstînê em in. Em gelekî dîlgirtî ne. DEDAŞ ji bo fatûreyan zêde binivîse vê xebatê didomîne. Em fatûreyên ku ji me re tên nivîsandin radizînin. Derdê wan bi me re çiye? Li kîjan bajarê Rojaveyê Tirkiyeyê saetên ceyranê derdixein derve? Dixwazin bi ser pişta me xwe têr bikin. Bila dewlet zikê xwe bi ser pişta me têr neke.”    Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê George Aslan serdana çalakiya gundiyan kir. Aslan bi rayedarên leşkerî re hevdîtin kir, daxwazên gundiyan ji cendirmeyan re vegot.    Li gund sekinandina welatî û leşkeran didome.