MKG’ê û DFG’ê qetilkirina rojnamevanan şermezar kirin: Bila saziyên navneteweyî peywîra xwe bi cih bînin 2024-08-23 16:24:32   NAVENDA NÛÇEYAN - MKG’ê û DFG’ê têkildarî qetilkirina 2 rojnamegerên ku di encama êrîşa dewleta tirk a li ser wesayîta rojnamegeran a li Silêmaniyê daxuyaniyek hevpar dan û wiha gotin: “Em bang li hemû saziyên navneteweyî dikin ku li dijî êrişan peywira xwe bi cih bînin. Em ê bîranîna wan bi pênûs û kamerayên xwe bidin jiyîn.”    Balafirên şer ên dewleta tirk li navçeya Seyîdsadiq ya bi ser Silêmaniyê ve wesayîta rojnamevanan bombebaran kir. Di encama êrişê de rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn jiyana xwe ji dest dan. Rojnamevan Rêbîn Bekir (30) ê ji Silêmaniyê jî ku Berpirsê Medya Dijîtal yê Produksiyona Chatrê ye di nav de 6 rojnamevan jî birîndar bûn.   Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) bi daxuyaniyekê êrişa li ser rojnamegeran şermezar kirin û destnîşan kirin ku êrişa li ser rojnamegeran derveyî mirovahiyê ye.   NE ÊRIŞA EWIL E    Berdewama daxuyaniya MKG’ê û DFG’ê wiha ye: “Ev êrişa ne ya ewil e ku li Silêmanî li dijî rojnamegeran pêk hatiye. Di 4'ê Cotmeha 2022'yan de endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê, Akademisyen û Rojnameger Nagihan Akarsel bi êrişa çekdarî ya li ber mala xwe hat qetilkirin. Nagihana ku nûçegihantiya jinê kir û li ser vê yekê lêkolîn kir bi salan li Silêmaniyê dijiya. Li vir di heman demê de ji bo ‘Pirtûkxaneya Jinan a Kurdistanê’ jî xebat dida meşandin.    Êrişa li dijî rojnamegeran tenê bi Silêmaniyê sînordar nemaye. Di 20'ê Mijdara 2022'yan de Tirkiyeyê êrişa hewayî li Dêrika Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anî û tevî nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Îsam Ebdullah 9 kesî jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûbûn. Kesên jiyana xwe ji dest dabûn ji bo alîkariya birîndaran derketibûn rê.  Di 24'ê Tebaxa 2023'yan de Tirkiyeyê bi SÎHA'yan êrişî wesayita xebatkarên JIN Tv'yê ya di navbera rêya Qamişlo-Amûdê kir. Bi vê êrişê Necmeddin Feysel Hecî jiyana xwe ji dest da.    Dîsa Tirkiyeyê di 8'ê Tîrmeha 2024'an de bi SÎHA'yê êrişî Şengalê kiribû. Bi vê êrişê nûçegîhanê Çira TV'yê Murad Mîrza Îbrahim jiyana xwe ji dest dabû. Bi vê êrişê xebatakara Çira TV'yê Mydia Hussen her wiha kedkar Khalaf Khdir jî birîndar bûbûn.    AZADIYA ÇAPEMENIYE YA JI STÛNA BINGEHÎN A CIVAKÊN DEMOKRATÎK E   Azadiya çapemeniyê yek ji stûna bingehîn a civakên demokratîk e. Ew ê tu zext, gefxwarin nikaribin rojnamegerên li ser şopa heqîqetê û rastiyê derdixin holê bêdeng bikin. Çapemeniya azad ewlehiya bingehîn a xwegihandina agahiyên rast a gel e. Lê belê her tim kedkarên çapemeniya azad ji ber vê helwesta xwe dibin hedef. Tê xwestin lawaz bibin. Lê belê tevî van zext û êrişana jî em ê tu carî dev ji reva li dû rastiyê bernedin. Ew ê hêza heqîqetê her mezin bibe.    EM Ê BÎRANÎNA WAN BIDIN JIYÎN    Pîşeya rojnamegeriyê civakan ronî dike û raya giştî agahdar dike. Ev bûyerên bi vî rengî yên qetilkirina hempîşeyên me nîşan dide ku rojnameger di bin şert û mercên çiqasî dijwar de peywira xwe bi cih tînin. Rojnameger Gulistan Tara, Hêro Bahadîn, Îsam Ebdullah, Necmeddin Feysel Hecî û Murad Mîrza Îbrahim, ji bo civak rastiyê hîn bibe bi awayekî fedakar xebitîn û li ser peywira xwe jiyana xwe ji dest dan. Em ê bîranîna wan bi pênûs û kamerayên xwe bidin jiyîn.    BANGA LI SAZIYÊN NAVNETEWEYΠ   Em bang li hemû saziyên navneteweyî dikin ku li dijî êrişan peywira xwe bi cih bînin. Ji bo kesên van êrişana li dijî rojnamegeran pêk tînin bê ceza nemînin em ê têkoşîna civakî û hiqûqî dewam dikin. Em vê yekê niha ji raya giştî re radigihînin.    Em ji bo hevalên xwe yên birîndar bûne şifayê dixwazin. Em sersaxiyê ji bo malbatên hevalên me yên jiyana xwe ji dest dane û ji hemû hevalên ku ji bo kevneşopiya çapemeniya azad têdikoşin, dixwazin.  Em li hember bîranîna Gulistan Tara, Hêro Bahadîn, Îsam Ebdullah, Necmeddin Feysel Hecî, Murad Mirza Îbrahim û Nagihan Akarsel bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.”