Ji ciwanan pankarta ‘Jiyan bi kurdî xweş e…’ 2024-08-23 16:32:13 RIHA - Meclisa Ciwanan a DEM Partiya Rihayê li dijî êrişên ser zimanê kurdî pankarta, “Jiyan bi kurdî xweş e, zimanê me rûmeta me ye” daliqand.  Êriş, astengî û qedexekirina li dijî çand û zimanê kurdî berdewam dike. Meclisa Ciwanan a DEM Partiya Rihayê êriş û zextên li ser çand û zimanê kurdî protesto kir. Meclisa Ciwanan li Xaçerêya Uçaksavar a li navçeya Halîliye ya Rihayê li dijî qedexe û êrişan pankarta, “Jiyan bi kurdî xweş e, zimanê me rûmeta me ye” daliqand û nerazîbûna xwe nîşan da.