Girtiyê ku 30 sal in girtî ye salek e nayê berdan: Em têkoşînê bilind bikin 2024-08-24 09:00:17 ÎDIR- Girtiyê nexweş Cengîz Eker çendî 30 salên xwe temam kiriye jî, nêzî salek e berdana wî tê taloqkirin û nayê berdan. Malbata Eker ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan tê taloqkirin banga têkoşîna hevpar kir.  Girtiyê nexweş Cengîz Eker ê di Girtîgeha Hejmara 3 a Ya Îzmîrê de ye û di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ye, berdana wî ya bi şertî di 22'yê îlona 2023'yan de temam bû, lê berdana wî 2 caran hat taloqkirin.    Girtî Eker di sala 1993'yan de li gundê Berî yê navenda Îdirê di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin. Ekerê ku li ber çavê gundiyan di bin îşkenceyên giran de hat binçavkirin, piştre sewqî Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) ya Erziromê hat kirin û bi îdiaya "Xerakirina yekîtî û yekparebûna dewletê" cezayê muebbedê lê hat birîn. Ekerê ku di 22'yê îlona 2023'yan de cezayê wî temam bû, bêyî sewqî Lijneya Îdare û Çavdêriyê bê kirin, biryara "rewşa nebaş" ji bo wî hat dayîn û berdana wî du caran û her carê 6 mehan hat taloqkirin.    Ekerê ku 3 damarên wî girtî ne û nexweşîna dil pê re heye, 3 caran anjiyo bûye û 3 caran jî stent di demarên wî de hatine bi cihkirin. Ekerê ku reflu û gastrît pê re hene û 3 birîn di pişika wî de hene, emeliyata prostatê jî bûye.    Kurê Eker, Emrah Eker diyar kir ku bavê wî yê girtî û nexweş li ser îfadeya şahidan hatiye binçavkirin û girtin û wiha got: “Bavê min dema hat binçavkirin li ber çavên gundiyan rastî îşkenceyê hat. Piştî îşkenceyên giran ên wekî elektrîk û ava sar bi mehekê hat girtin. Dêya min û mezinên me hê jî qala îşkenceya li wî gundî dikin. Dema bavê min hat girtin, yê me yê biçûk tenê yek hefteyî bû û yê me yê mezin jî 9 salî bû."   SIRGÛNÎ GELEK GIRTÎGEHAN HAT KIRIN   Eker anî ziman ku bavê wî gava ewil hatiye girtin li Girtîgeha Îdirê bûye û piştre jiyana wî ya li sirgûnê dest pê kiriye û wiha got: “Bavê min tim dişînin girtîgehên dûr. Me tevî gelek malbatên girtiyan wesayît digirt û em diçûn. Ji ber ku em hemû malbatên girtiyan bûn, gelek caran em li nuqteyên leşkerî dihatin rawestandin û nasnameyên me dihatin kontrolkirin. Leşkeran dipirsî: 'Hûn bi ku ve diçin?' Ji bo ku tu pirsgirêk dernekevin, me her carê bi rengekî din tiştek digot. Dema kesekî bigota 'ez ê biçim hevdîtina girtiyan' em li wir dihiştin û heya dema hevdîtinê biqediyana em bernedidan. Carekê dema em ji bo hevdîtinê diçûn Kalkandereyê, ji ber ku plakeya me nas dikirin, êrişî me kirin. Ev êriş bi awayekî organîze hatin kirin. Ji ber van sedeman me du salan nikaribû biçe cem bavê min ê li Kalkandereya Rîzeyê bû. Ev 5 sal in li Îzmîrê ye. Di vê heyamê de min 3 caran karî biçim cem wî. Derfetên aborî têrê nakin. Dayika min ji ber nexweşiya xwe nikare biçe cihên dûr."   Eker, diyar kir ku sirgûnkirina girtîgehên li cihên dûr jî dewama polîtîkaya "poşmankirinê" ye.    Eker anî ziman ku bavê wî nexweş e û taloqkirina berdana wî ya bi vî rengî ne hiqûqî ye û wiha got: “Tevî van tiştan hemûyan jî moralê bavê min û hevalên wî geş e. Bavê min bêyî ku bişînin lijneya dawî bi awayekî keyfî nayê berdan. Ya ku ew ferz dikin teslîmiyet e. Piştî 30 salan çima wê poşman bibe?"   Eker bilêv kir ku têkoşîna hevpar ji bo girtiyên nexweş girîng e û got: "Ev pirsgirêk tenê ne ya kurdan e, di heman demê de pirsgirêke hemû welatiyan e."