Li ber kamerayan lêxistin û gefa kuştinê lê xwarin! 2024-08-24 09:00:37 ENQERE - Girtî Abdulkadîr Bozkûrt diyar kir ku gardiyanan gefa kuştinê lê xwariye û du caran li ber kamerayan bi êrişa 10 gardiyanan re rû bi rû maye û banga hestiyariyê li raya giştî kir.  Abdulkadîr Bozkûrt li Girtîgeha Jimara 2’yan a Tîpa F a Tekîrdagê girtî ye. Bozkûrt di 15’ê Tebaxê de li malbata xwe geriyaye û hişyarî dabû ku midûrê girtîgehê û psîkolog gefa kuştinê lê xwarine û her kêlî dibe ku bê kuştin. Piştî vê hişyariyê Bozkurt di 22'ê tebaxê de tevî ku diviyabû di çarçoveya telefona xwe ya heftane de telefon bikira jî nekarîbû li malbata xwe bigere. Li ser vê yekê malbat bi fikar bû û telefonî girtîgehê kir û sedema meseleyê pirsî. Girtîgehê îdia kir ku Bozkurt mafê xwe yê telefonê bi îradeya xwe bi kar neaniye. Li ser vê yekê malbat ji bo agahî ji lawê xwe bigire, parêzerên xwe şandin girtîgehê.    ‘DU CARAN LÊDAN E’    Parêzerê malbatê ku bi Bozkurt re hevdîtin pêk anî, diyar kir ku telefona Bozkurt ji aliyê gardiyanan ve hatiye astengkirin. Parêzerê Bozkurt da zanîn ku di 22’ê Tebaxê de saet di navbera 10.55-11.45’an de 2 caran êriş li wî hatiye kirin û got: “Miwekîlê min diyar kir ku 2 caran li korîdor û li ber kamerayan 10 gardiyanan êrişî wî kiriye. Nîşaneyên ku li Bozkurt xistine jî hebûn. Li gelek cihên laşê wî birîn û şopên lêdanê hebûn. Her wiha qorik û milên wî jî reş û şîn bûbûn.”    ‘XWESTIN EZ BEYANÊN DEREW BIDIM’    Dema parêzer sedema êrişê ji Bozkurt pirsî wî jî ev bersiv da: “Du sal berê hevalekî min ê ku ez pê re di heman hucreyê de mam bi êrişan re rû bi rû ma. Ez bûm şahidê îşkencekirina wî. Rêveberiya girtîgehê ji min xwest ku ez îfadeya derew bidim, lê min negot. Min rave kir ku çi bûye. Ji bo gilîkirinê min alîkarî da hevalê xwe. Piştî vê bûyerê helwesta rêveberiyê li hemberî min guherî. Ev du sal in helwesta wan berdewam dike.”    Parêzer da zanîn ku îhtimal heye li ser Bozkurt ev îşkence bidome û ji bo pêşî li vê yekê bê girtin banga hişyarkirinê li raya giştî kir.   MA / Mehmet Aslan