Girtî Ferhat Onkol hat sewqkirin û wî xistin hucreyê 2024-08-24 10:22:07 AMED - Girtî Ferhat Onkol yê ku bêyî daxwaza xwe ji girtîgehê hat sewqkirin, wî li korîdora girtiyên FETO xistin hucreyê.  Ferhat Onkol li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulera Edeneyê girtî ye. Bêyî ku agahî bidin malbata Onkol, di 19’ê tebaxê de wî ji Kurkçulerê bêyî daxwaza wî sewqî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Eregliya Konyayê kirin. Onkol di 22’yê tebaxê de bi rêya telefonê li malbata xwe geriya û diyar kir ku ew xistine hucreyê û cihê hucreya wî jî li korîdora girtiyên FETO ye.