Edhem Barzanî: Bi dagirkeriyê ranewestiyan rojnamevanan şehîd dikin 2024-08-24 10:58:32 NAVENDA NÛÇEYAN - Siyasetmedarê kurd Edhem Barzanî derbarê êrişa li ser rojnamevanên çapemeniya azad de peyamek belav kir û got; “Di demek ku rojane em dibînin welatê me tê bombebaran kirin, xaka me tê dagirkirin, bivê ranewestiyan û zarokên bê çek, bi awayek dûrî hemû pîvanên mirovahiyê şehîd dixin.”   Nerazîbûnên li dijî êrişa dewleta tirk ya li ser rojnamevanên çapemeniya azad dewam dikin. Siyasetmedarê kurd Edhem Barzanî derbarê qetilkirina rojnamevanên çapemeniya azad de peyamek belav kir.   Edhem Barzanî di peyama xwe de wiha got: “Şehîd xistina du rojnamevanan, sucek navnetewiye, li dijî hemû qanûn û pîvanên mafê mirovan e. Binpêkirina mafê welatî û rojnamevanan e. Ez sersaxiyê ji malbat û kesûkarên her du rojnamevanên şehîd re dixwazim û şîfayê ji birîndaran re dixwazim. Ez bang li civaka navnetewî dikim sînorek ji bo van binpêkirinan dane ku bûne gefek cidî li ser jiyana welatiyên sivîl.”