Gundê Ewêna li ber xwe dide: Em zilma DEDAŞ’ê û leşkeran qebûl nakin 2024-08-24 11:01:20   MÊRDÎN - Şêniyên gundê Ewêna diyar kirin ku ew ê li dijî DEDAŞ’ê heta dawiyê mafên xwe biparêzin û gotin: “Em zilmê qebûl nakin.”    Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) dixwaze li gundê Ewêna bi ser navçeya Stewrê ya Mêrdînê ve saetên ceyranê derxin ser dîrekan. Şêniyên gundê Ewêna li ber vê yekê radibin û nahêlin tîmên DEDAŞ’ê û leşker saetan derxin ser dîrekan. Ev çar roj in leşker û tîmên DEDAŞ’ê serê sibehê zû diavêjin ser gund û hewl didin bikevin gund. Gundî di ketin û derketina gund de nobetê digirin û bi berxwedana xwe nahêlin ku leşker û DEDAŞ bikevin gund. Tevî ku leşker bi ava şid û gaza îsotê êrişî gundiyan dikin jî lê xelkê gund bi paş ve gav navêje.    PIŞTÎ QANÛNA BAJARÊ MEZIN EWÊNA DÎSA BÛ GUND    Ewêna beriya ku Mêrdîn bibe bajarê mezin, heta sala 2013’an jî bajarokê bi ser navçeya Stewrê ve bû. Nêzî hezar û 600 kesî lê dimînin yanî nifûsa wê heye. Xelkê Ewêna debara xwe li ser sewalkariyê û çandiniyê dike. Di nav çar çiyayan de ye û gundî sebze û fêkiyan datînin û rezên gundiyan hene. Hê jî welatî bi ker û hespan diçin nav zeviyên xwe û diajon. Ewêna di nav gundê herî feqîr ên Mêrdînê de cih digire.    ‘EM ZILMÊ QEBÛL NAKIN’    Ji gundiyan Mûrat Budak destnîşan kir ku ew li dijî zilma DEDAŞ’ê li ber xwe didin û wiha axivî: “Çar aliyên gundê me çiya ne û ji bilî çandiniyê tiştekî ku gundî bikin tune ye. Gundê me gundekî feqîr e. DEDAŞ dibêje ku wê saetên me ceyranê derxin ser dîrekan. DEDAŞ di fatûreyan de çi binivisîne û bişîne tê maneya ku em vê qebûl dikin. Em jî li ber vê zilmê radibin. Em dixwazin bi rayedaran re rûnên û biaxivin. Em dixwazin çareseriyek ji feqîriya vî gundî re were peydakirin. Em lêferzkirina bi darê zorê qebûl nakin. Em xwediyê vî gundî ne û em naxwazin ji ser axa xwe biçin deverek din. Her kes çandiniyê û sewalkariyê dike. Heke zilmê li me bikin wê gundî neçar bimînin biçin li bajarên tirkan bixebitin. Ava gund a paqij tune ye. DEDAŞ her tim dibêje eriza heye û ceyranê qut dike. Ji ber ceyran tê û diçe, sarincên saxlem li malên me nemane. Em dixwazin vê zilmê bidin sekinandin.”    ‘EM HEQÊ XWE DIPARÊZIN’    Nezîhe Tunç jî anî ziman ku bi rojane DEDAŞ û leşker zilmê li wan dikin û got tundî li wan hatiye kirin û ew ê vê rewşê qebûl nekin. Tunç da zanîn ku ew di nava vê krîza aborî û bihabûnê de zehmetiyan dibînin û got: “Em ceyrana wan jî naxwazin. Heke hewce bike em ê mîna zemanê me yê berê agir dadin û bijîn. Em li vir tenê mafên xwe dixwazin. Em dixwazin li gel rayedaran rûnên û baixivin. Lê destûrê nadin. Em li nav zevî û erdên xwe heta êvarê dixebitin û debara xwe dikin. Ji bo em zikê zarokên xwe têr bikin, ji serê sibehê heta êvarê li ser pişta heywanan em diçin nav zeviyên xwe û tên.”    ‘ÊDÎ BES E’    Ji gundiyan Mence Budak jî bal kişand ser tundiya leşkeran û pêkanînên DEDAŞ’ê û diyar kir ku hemû alavên elektronîk ên li malên wan xera bûne. Budak anî ziman ku ew edaletê dixwazin û got: “Êdî bes e.”    ‘DEWLETÊ VIR KIRIYE QADA ŞER’    Ji gundiyan Mewlûde Guler jî wiha got: “Em ceyrana wan naxwazin. Ciwanên me, extiyarên me û jinên me birîndar dikin. Ev der bûye mîna Kobanê. Ev sê roj in dewlet leşkeran dişîne ser me. Walî jî gotiye ku ew ê gundê me bişewitîne. Hemin dixwazin me bişewitînin, bila dereng nemînin werin me bişewitînin.”    MA / Ahmet Kanbal