Emîne Şenyaşar beriya emeliyat bibe: Kurê min berdin 2024-08-24 13:22:59   ENQERE - Emîne Şenyaşar a ku li ber Meclisê Nobeta Edaletê didomîne, beriya emeliyat bibe daxuyanî da û got: “Ez ê emeliyat bibim û dixwazim kurê min li cem min be. Kurê min berdin, nexwê ez ê bi halê xwe yê emeliyat çalakiya xwe bidomînim.”    Emîne Şenyaşar a ku ji bo qurbaniyên xwe û kurê xwe yê girtî li ber Meclisê çalakiya Nobeta Edaletê daye destpêkirin, wê îro ji ber nexweşiya guatrê emeliyat bibe. Şenyaşar li Nexweşxaneya Guven a li Enqereyê dê emeliyat bibe. Şenyaşar beriya emeliyat bibe daxuyanî da.    Emîne Şenyaşar carek din behsa komkujiya li hemberî malbata xwe kir û wiha got: “Kurê min Fadil bi awayekî neheqî girtî ye. Bila kurê min berdin. Çima li pey kujeran disekinin? Ev malbat li Pirsûsê mirovan dikujin û diziye dikin. Çima Erdogan van kir parlamenter? Gelo qey nizanin ku ev çi ne?”    PIŞTÎ EMELIYATÊ WÊ ÇALAKIYA XWE BIDOMÎNE    Şenyaşar carek din gazî Serokkomar Tayyîp Erdogan kir û wiha got: “Ez ê emeliyat bibim û dixwazim kurê min li cem min be. Kurê min berdin, nexwê ez ê bi halê xwe yê emeliyat çalakiya xwe bidomînim. Erdogan wan malbata min qetil kirin. Gelo tu viya qebûl dikî? Yên ku qetlîamê kirin serbest in û bi rehetî digerin. Çima ew nehatin girtin?”   Şenyaşar neviyên xwe ango zarokên Fadil ê girtî bi bîr xist û got: “Gelo hûn ji zarokên wî jî şerm nakin? Ji bo ev zilm bi dawî bibe divê Emîne Erdogan jî dengê xwe derxe.”    Şenyaşar ji bo emeliyat bibe derbasî hundirê nexweşxaneyê bû.