Seroka Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Iraqê êrişa dewleta tirk şermezar kir 2024-08-24 13:36:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Seroka Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Iraqê Dîlan Xefûr êrişa dewleta tirk ya li ser rojnamevanan bi tundî şermezar kir û got; “Erka hikumeta federale li dijî van êrişan tedbîran bigirin û hesab ji faîlên wê bipirse.”   Dewleta tirk a dagirker li navçeya Seyîdsadiq a girêdayî Silêmaniyê bi balafireke bêmirov û biçek wesayîta rojnamevanên ragihandina azad bombebaran kir. Di encama êrişa hovane de 2 rojnamevanên jin yên bi navê Gulistan Tara û Hêro Bahadîn jiyana xwe ji dest dan û 6 rojnamevanên din jî birîndar bûn.   'BINPÊKIRINA PEYMANÊN NAVNETEWÎ YÎ'   Dîlan Xefûr di daxuyaniya xwe de got; “Em êriş û hedefgirtina rojnamevanan bi tundî şermezar dikin. Em vê êrişê wekî sûcekî bê sebeb û binpêkirina qanûn û peymanên navneteweyî dibînin, nemaze ku hedefgirtina sivîl û rojnamevanan li ser tu aliyan metirsî ninin. Divê tevahî alî rêzê bidin azadiya rojnamegeriyê. Di heman demê de ev êriş binpêkirina serdestiya Iraqê ye.”   'DIVÊ HESAB WERE PIRSÎN'    Dîlan Xefûr êriş û hedefgirtina domdar a sivîlan spart bêdengiya li hemberî êrişên berê. Her wiha diyar kir ku bi cidiyet li ser van êrişan nayê rawestandin û rê li ber nayê girtin. Seroka Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Iraqê anî ziman ku erka hikumeta federal e li dijî van êrişan tedbîran bigirin û hesab ji faîlên wê bipirse.