Dewleta tirk li Dihokê jî êrişî wesayîteke sivîlan kir 2024-08-24 14:42:26 NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk vê carê li Dihokê êrişî wesayîta malbateke ereb kir, tê gotin ku kuştî û birîndar hene. Li gorî medya Iraqê, beriha niha bi demekî kurt dewleta tirk a dagirker, li sînorê Dihokê wesayîtek sivîlan kiriye hedef. Çavkaniyê ragihand ku wesayît ya malbateke ereb bû ku ji bo geştiyariyê berê xwe dabû herêmê.   Li gorî heman çavkaniyê di encama êrişê de kuştî û birîndar hene û heya niha encama ziyanan nehatiye zanîn.    Lê nehat zanîn êriş bi balafirê, yan bi jî şêweyek din pêkhatiye yan na.   Hêjayî gotinê ye duh jî dewleta tirk li navçeya Seyîdsadiq ya Silêmaniyê êrişî wesayîta rojnamevanan kiribû û di encamê de, du rojnamevanên çapemeniya azad şehîd bibûn û 6 jî birîndar bibûn.