Li sê bajaran hat xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan 2024-08-24 15:10:42   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Stenbol, Enqere û Îzmîrê banga berdana girtiyên nexweş hat kirin û hat xwestin ku tavilê bên berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê di hefteya 648’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li ber avahiya xwe li dar xist. Komîsyonê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Fadîme Çelebî ya li Girtîgeha Tîpa L a Edîrneyê têr agirtin.    Endama Komîyosna Girtîgehan Mukaddes Şamiloglû daxuyanî xwend û bi bîr xist ku girtiyên nexweş terkî mirinê hatine kirin û xwest hemû girtiyên nexweş bên berdan. Şamiloglû da zanîn ku rewşa Fadîme Çelebî her ku diçe girantir dibe, her tim sewqî nexweşxaneyâe tê kirin û xwest tavilê were berdan.    ÎZMÎR    Şaxa ÎHD’a Îzmîrê jî di hefteya 291’an de çalakiya, “Ji girtiyên nexweş re azadî” li ber Sumerbanka Kevn a li navçeya Konakê daxuyanî da û bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş. Gelek kes tev li çalakiyê bûn.    ÎHD’ê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Abdulkadîr Kuday ê li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê tê ragirtin.    Hevseroka ÎHD’a Îzmîrê Zîlan Gumuş daxuyanî bi kurmancî xwend.  Gumuş da zan3in ku teşhîskirin, dermankirina çewt, biryarên alîgir/neyînî, helwestên kêfî, dermannekirina girtiya, derengmayînên raporên ATK'ê jiyana girtiyên nexweş dixe xetereyê.    Gumuş bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş Abdulkadîr Kuday ê 52 salî û got ew zewicî ye û çar zarokên wî hene. Gumuş bi bîr xist ku Kuday di 22'yê kanûna 2015'an de dema ku li Mêrdînê dikandarî dikir, bi îdiaya bûyerên Kobanê hat girtin û ewilî li Mêrdînê û Tekîrdagê hat ragirtin niha jî li Girtîgeha Metrîsê ye.    REWŞA KUDAY GIRANTIR DIBE   Gumuş anî ziman ku her ku diçe rewşa Kuday nebaş dibe û daketiye 41 kîloyan, dest û lingên wî qels bûne û tenê dikare bêhna xwe bide û bistîne û got: “Kuday bi girtiyên nexweş Serdar Yildirim û Ergîn Aktaş re dimîne. Ji bo van her sê girtiyan jî ATK'ê ragihand ku ‘Nikarin li girtîgehê bimînin’ û ‘Bi tena serê xwe nikarin pêdiviyên xwe bi cih bînin’. Li gel vê jî ji ber ‘rîska ewlekariya giştî’ nayên tehliyekirin. Her sê jî bi piştgiriya hev hewl didin bijîn.”    Gumuş bal kişand ser rewşa Kuday û wiha got: “Em ji rayedaran dipirsin; Abdulkadîr Kuday ê ku bi tevahî di nav nivînan de ye, çawa dikare ewlehiya civakê xera bike? Kîjan sazî rê li ber berdana Kuday ku li gorî biryarên nexweşxane û ATK û lêkolînên zanistî nikare di girtîgehê de bimîne, digire? Gelek girtiyên nexweş ên weke Abdulkadîr Kuday hene. Bi mirinê re rû bi rû ne. Yê ku dê di girtîgehê de bibe sedema mirina wan; ATK, dozgerên înfazê, Wezareta Dadê û herî dawî jî Serokkommarî ye. Em bang li rayedaran dikin ku erka xwe pêk bînin. Em bang li raya giştî dikin ku li ser rewşa girtiyên nexweş dengê xwe bilind bikin. Ev berpirsiyariyeke exlaqî û wijdanî ye.”    ENQERE    Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 520’emîn de li ber avahiya ÎHD’a Enqereyê daxuyanî da. Înîsiyatîfê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Muharrem Cankiliç ê li Girtîgeha Jimara 1’an a Tîpa L a Sîlîvriyê tê ragirtin.    LI BER MIRINÊ YE   Rêvebera Navenda ÎHD’ê Nuray Çevîrmen daxuyanî da û destnîşan kir ku Muharrem Cankiliç ji ber dilê xwe emeliyat bûye û tevî ku bijîşkan gotiye ku her kêlî dibe krîza dil lê bide û heke vê carê krîza dil lê bide wê rê li ber sedemên giran veke jî nayê berdan. Çevîrmen da zanîn ku ne pêkan e ku li girtîgehê tedawiya Cankiliç bê kirin û xwest tavilê were berdan.