Nivîskar û çavdarê siyasetê Osman hilbijartin nirxand: Gel li dijî PDK'ê bi bertek e 2024-08-25 09:02:10   ŞIRNEX - Nivîskar û Çavdêrê Siyasetê Adil Osman ku hilbijartinên Herêma Kurdistana Federe ku wê di 20'ê cotmehê de bên li darxistin nirxand, bi lêv kir ku gel li dijî hevkariya PDK'ê ya êrişên Tirkiyeyê bi bertek e û wiha got: "Ji ber wê jî gel dixwaze bi rêya hilbijartinê tola xwe hilîne. PDK jî ji ber wê bê hevî ye û naxwazê hilbijartin pêk werin."   Li Herêma Kurdistan a Federe di 20'ê cotmehê de hilbijartinên parlamentoyê wê pêk werin. Hilbijartin ji aliyê Lîjneya Bilind a Serbixwê ya Iraqê vê wê bên li darxistin. Amedekariyên hilbijartinan destpêkirinê û wê di 16'ê îlonê de pêvajoya propagandaya partiyên ku wê bikevin hilbijartinê destpê bike. Yekitiya Niştimanên Kurdistan (YNK), Tevgera Goran, Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK), Tevgera Îslamî ya Kurdistan, Yekitiya Îslamê ya Kurdistan, Civakiya Edaletê ya Kurdistan (Komel), Tevgera Nifşên nû (Newaya Nû), Eniya Gel, Tevgera Helwest, Lîjneya Serdem û Tevgera Tekiliyên Îslamê ya Kurdistan wê bikevin hilbijartinê. Ji bo hilbijartinê dû partî derdikevin pêş û ji wan yek YNK ye û ya din jî PDK ye. Encama hilbijartinê wê li herêmê guherînên mezin derxînê holê û ji ber wê li çar aliyên Kurdistan û Rojhilata Navîn gel hilbijartinan ji nêz ve dişopînê.    Nivîskar û çavdêrê Siyasetê Adil Osman ku li herêmê dijî û siyaseta herême ji nez ve dişopînê rewşa hilbijartinên herêmê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.    'PDK JI HILBIJARTINÊ DITIRSE'   Adil Osman, tekildarî hilbijartinên ku wê bên li darxistin bi lêv kir ku dû beş ji bo hilbijartinê derketinê pêş û hilbijartin wê di navbera PDK'ê û YNK'ê de derbas bibe. Osman destnîşan kir ku PDK ji hilbijartinê ditirse û wiha got: "PDK naxwaze hilbijartin pêk bên. Ji ber vê çendê jî di asteke nizm da amadekarî kirine. YNK'ê jî ji ber guherînên ku di warê hevsengîya hêzan da pêk tên, dixwaze ku hilbijartin pêk bê. YNK vê çendê di xwe da dibîne ku li beranber PDK'ê serkeftin û destkefteke zêdetir bi dest bixe. Ew dixwazin hêza yekem û serkeftî ya vê hilbijartinê bin."      Osman diyar kir ku hilbijartin di nav rewşeke aloz de pêk tên û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Hilbijartinên din di rewşên asayî de dihatin lidarxistin û YNK, PDK û hêzên din yên sîyasî beşdarî wan hilbijartinan dibûn. Di wan deman da li Kurdistanê piroseyeke dagirkarîyê hakim nebû. Îro dewleta Tirkiyeyê êrîşeke mezin pêk tîne. Di vê hilbijartinê de şêwazeke nerewabûnê jî dîyar e. Dewleta tirk bi armanca dagirkeriyê hatiyê başurê Kurdistanê. Beşek navçeyan jî dagir kiriye. Beşeke zêde ya dengdêran nikarin ji ber wê dagirkeriyê beşdarî pêvajoya hilbijartinê bibin. Heke ku hilbijartin li wan deveran pêk bê jî, PDK dê bi ser bikeve. Lewra ev pirsgirêk heye. Ew cûdahiya sereke ya vê hilbijartinê ya li gel hilbijartinên din. Destwerdana leşkerî ya tirkiyeyê li wir rû dide. PDK jî ji serkeftina di vê hilbijartinê de bêhêvî ye. Ji ber wê jî hilbijartinê bi germahî pêşwazî nake."   'GEL LI DIJÎ ÊRIŞAN Û PDK'Ê BI BERTEK E'   Di berdewama axaftina xwe de Osman destnîşan kir ku ji ber hevkariya PDK'ê ya ji êrişên Tirkiyeyê re gel bi bertek e û ev tişt gotin: "Xelk û civaka başûrê Kurdistanê li dijî vê dagirkariyê disekinin. Rûyê rasteqîn yê PDK'ê jî derketiye holê. PDK ne tenê alikariya êrişan dike di heman demê de beşdarî êrişan jî dibe. PDK bûye parastgeha lêşkerên dagirker û di bin alaya PDK'ê de ku weke alaya Kurdistanê tê bi nav kirin leşker operasyonan pêk tînin.  Ji ber vê yekê êrîş berdewam in, haya xelkê jî ji vê rewşe heye. PDK li ber çavê xelkê reş bûye û xelk li bendê ye ku di vê hilbijartinê de bi ser nekeve û dengê herî nizm bi dest bixe. Haya PDK'ê jî ji helwesta gel heye. PDK ji rewşa heyî pir ditirse û naxwaze wiha berdewam bike û YNK di hilbijartinan da bi ser bikeve. Gel li dijî PDK'ê bi bertek e û dixwazê bi rêya hilbijartinê tola xwe hilîne."   'YNK LI PÊŞ E'   Osman da zanîn ku li gor helwesta gel ji bo serkeftina hilbijartinê YNK di pêş de ye û axaftina xwe wiha domand: "Baweriya civakê ji bo alîyên sîyasî gelek kêm e. Gel gelek bêhêvî ne. Lê tiştê ku di nava hevsengîya hêzê da berçav e, ew e ku gel dixwaze bersivekê bide aliyên siyasî. Wisa xuya ye ku ji ber guherînên siyasî û pêkanîna erkên neteweyî ji hêla YNK'ê ve, gel hinekî ji Bafil Talabanî bi hêvî ne ku bikare wekî bavê xwe qerebûya sîyaseta YNK'ê bike û li dijî Tirkîyeyê helwesta xwe ya neyînî berdewam bike. Heya niha jî di wî warî de serkeftin bi dest ve anîye. Lê belê di pêkanîna sîyasetên xwe de kêmasîyên wî jî hene. Wî nekareye wan sîyasetan bi awayekî hevbeş li gel civakê bi pêş bixe, piştgirîya gel bi dest bîne û bi rêya xwepêşandanan û nerazîbûnên giştî di meydana sîyasetê da cih bigire. Lê wan guherînan kariye hêvîyekê bide gel ku dê YNK bikaribe ji PDK'ê baştir bixebite."   'ENCAMA HILBIJARTNÊ WÊ BIBE SEDEMA GUHERÎNÊN MEZIN'   Di dawiya axaftina xwe de Osman bi lêv kir ku encama hilbijartinê wê gelek guherînan bi xwe re bînê û axaftina xwe wiha qedand: "Heke hilbijartin bi awayekî demokratîk û azad bê lidarxistin, dê bandorên wê yên erênî çêbin. Dibe ku YNK bikaribe di hilbijartinê de PDK'ê têk bibe, dengên zêdetir bi dest bixe. Serkeftina YNK'ê dikare bibe sedema guherînên mezin. Ji Erdogan bigire heya wezîrê derve li dijî YNK'ê daxuyaniyan didin û gefan dixwin. Gefa îro ew e ku dibêjin divê YNK alîkarîya PKK'ê neke da ku nebe armanc. Li ser vê esasê jî heke ku hilbijartin di berjewendiya YNK'ê da bi dawî bibe, ew dê di destkêftiyên kurdan de bibe bingeha guherîna hevsengîyê hêzê û dê bibe sedemê bêhêvîbûna dewleta Tirkîyeyê ji bo ku bikare şerê PKK'ê û hêzên gerîla bike. Lewra heke ew guherîn bi serkêftina YNK'ê encam bigire, dikare li her çar parçeyên Kurdistanê bi destkêftiyên têkoşîna gelê kurd temam bibe."   MA / Mahmût Altintaş