Banga kir ku demildest şandeyeke serbixwe biçe Girtîgeha Tekîrdagê 2024-08-25 09:03:50   TEKÎRDAG - Girtî Bakir Ozturk diyar kir ku li Girtîgeha Tekîrdagê zextên derûnî û tecrîd veguherîne pêkanînên sîstematîk û xwest şandeyên serbixwe biçin girtîgehê.    Bakir Ozturk ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2'yan a Tekîrdagê tê ragirtin, di 24'ê tebaxê de bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî û binpêkirinên li girtîgehê ragihandin. Dema ku Ozturk binpêkirinan radigihand telefona wî hat qutkirin.     Ozturk anî ziman ku zextên derûnî û tecrîda li girtîgehê veguherîne pêkanînên sîstematîk û bi rêya malbata xwe wiha ragihand: “Desthilata AKP’ê ev welat veguherandiye dojehê. Niha girtîgeh veguheriye bîrên mirinê. Tecrîdeke sîstematîk û şerê psîkolojîk tê meşandin. Niha Ahmet Surme, Neşet Guven, Alî Gul, Erdal Ozdogan, Tahîr Aktan, Mehmet Alî Beldek û Halîl Goktûrk di bin tecrîdê de ne. Bi rastî hevalên me di nava tecrîdê de dijîn. Nahêlin ku ew bi kesî re hevdîtinê bikin."   ‘ÇAPEMENIYA MUXALIF PIRSGIRÊKÊN GIRTIYAN NABÎNE'   Ozturk anî ziman ku rojnameyên Yenî Yaşam û Evrenselê ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve nayön dayin û radyoyên wan hatine desteserkirin û got: “Çapemeniya muxalıf guh nade girtiyên siyasî. Mijareke din jî ew e ku medyayên ku ji xwe re dibêjin muxalif, pirsgirêkên ku di raya giştî de hene hema bêje paşguh dikin. Her roj cenaze ji girtîgehan derdikevin. Bi hezaran hevalên me hene ku niha bi mirinê re rû bi rû ne. Em daxwaz ji çapemeniyê dikin ku di vê mijarê de hesasiyetê nîşan bidin."   ŞANDEYEKE SERBIXWE   Ozturk di peyama xwe de bang li nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl kir û daxwaz kir ku bi lezgîn şandeyeke serbixwe bê avakirin û serdana girtîgehan, bi taybetî jî girtîgeha ku lê ye bike. Ozturk got: "Di vê çarçoveyê de pêwîst e bi hemû girtiyên me re bêyî ku li nasnameya wan a siyasî û nijadî bê nêrîn, demildest hevdîtin bê kirin."   Malbatê anî ziman ku ew ji ber bûyerên qewimî bi fikar in û xwestin binpêkirin bi dawî bibin.   DER BARÊ OZTURK DE   Girtî Bakir Ozturk ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2'yan a Tekîrdagê dihat girtin, bi îdiaya di sala 2012'an de êrişî Qereqola Pinarbaşî ya Kayseriyê kiriye hat binçavkirin û girtin. Ozturk di doza ku lê dihat darizandin de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê", "xerakirina yekîtî û yekpareyya dewletê" û "hewldana kuştina peywirdarê cemaweriyê" cezayê muebbetê yê giran lê hat birîn.