Der barê sergardiyanê ku îşkence li girtiyan kir de lêpirsîn 2024-08-25 10:05:24     STENBOL- Hat diyarkirin ku di encama hewldanên parêzerên OHD'î de der barê sergardiyanê Girtîgeha Hejmara 2 ya Tîpa F a Kocaeliyê de ku îşkence li girtiyan dike, lêpirsîn hat destpêkirin.    Hefteya borî li Girtîgeha Hejmar 2 a Tîpa F a Kocaeliyê di serdegirtina qawîşan de girtî rastî tundiya sergardiyan hatin. Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Stenbolê, ji bo tundiyê li cihê cih bişopîne, serdana girtîgehê kir. Parêzeran ragihand ku di serdanê gardiyanan bi awayekî fizîkî tundî li girtî Adem Dînç kirine û li ser canê wî şopa tundiyê heye.    Parêzerên OHD'î der barê îşkenceya li girtîgehê de serî li Baroya Kocaeliyê, Lijneya Şopandina Girtîgehên Kocaeliyê û Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclisê dan. OHD'ê vê mijarê ragihand parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî.      Endama OHD'ê Parêzer Hanne Bayturk der barê bûyerên li Girtîgeha Hejmara 2 a Tîpa Kocaeliyê de ji ajansa me re axivî.    BEHSA TUNDIYÊ KIR   Bayturkê anî ziman ku di dema serdana girtîgehê de dîtine ku îşkence li girtî Adem Dînç hatiye kirin û got ku li gorî îfadeyên Dînç, sergardiyanê girtîgehê di lêgerîna li qawîşê de bi awayekî ku wan "proveke" bike tevgeriyaye. Bayturkê diyar kir ku sergardiyanê ku girtiyan giliyê wî kiriye ji girtiyan re gotiye, "Hûn navê min xelet dinivîsin, hûn ê ji min re bêjin serok." û got: "Paşê Dînç û 2 kesên li cem wî dibin odeyeke vala. Piştre Adem Dînç ji wir dibin odeya wî. Li vir sergardiyan û gardiyanên din îşkence li Dînç dikin. Pêşî sergardiyan hewl dide şelmqaê li gardiyan bixe. Lê gava Dînç ji bo xweparastinê milê xwe radike, şelmaq li milê wî dikeve. Ji ber ku milê xwe rakiriye ji gardiyanên din du jê milên wî û yek jî qirika wî dijidîne. Sergardiyan jî hewl dide şelmqaê lêxe. Paşê Dînç bi tenê dibin odeyeke vala."    ŞOPÊN ÎŞKENCEYÊ   Bayturkê anî ziman ku Dînç piştre çûye nexweşxaneyê û qala tundiya li wî hatiye kirin kiriye û wiha got: “Jixwe derdora çavê wî werimîbû û sor bûbûn. Dema em çûn serdana wî, me dît ku hê jî xwîn di çavê wî de heye. Ji ber vê yekê em bûn şahidê îşkenceyê. Bijşkê revîrê naxwaze raporê binivîse. Dinç jî dibje ger rapor neyê dayîn, wî sewqî nexweşxaneyê bikin. Li ser vê yekê, bijîşkê revîrê raporekê dinivîse."   Bayturkê anî ziman ku rapor ne ji muwekîlên wan re ne jî ji wan re hatiye şandin.    Bayturkê bi bîr xist ku di 13'ê Adarê de sergardiyan li 7 girtiyan din jî tundî kiriye û rapor nehatiye dayîn.    GILIYA SERGARDIYAN KIRIN   Bayturkê diyar kir ku wan wekî parêzer der barê tundiya ku li Adem Dînç hatiye kirin de bi hinceta “îşkence û îstîsmarkirina peywirê" li Serdozgeriya Komarê ya Kandirayê serlêdana sûc kirine û agahiya ku sergardiyan berê jî tundî li girtiyan kirine jî bi dexistine.    Bayturkê bilêv kir ku sergardiyan ji ber polîtîkaya bêcezatiyê vê liv û tevgera xwe didomîne.    Bayturkê da zanîn ku piştî giliya wan der barê sergardiyan de lêprisîn hatiye destpêkirin û got ku lê nizanin ka naveroka lêpirsînê çi ye.    MA / Omer Îbrahîmoglû