Hêzên Heşdî Şeebî ji Germiyanê vekişiyan 2024-08-25 11:13:41   NAVENDA NÛÇEYAN - Îro serê sibê hêzên Heşdî Şeebî bi çekên giran, berê xwe dan bajarokê Kuleco ya Germiyanê. Li gorî agahiyan bi dest ketine hêzên çûne li herêmê, vekişiyane.   Danê siharê Heşdî Şeebî bi hêzekî mezin bi sedan wesayît û çekên giran çûn navçeya Kuleco ya li sînorê Herêma Germiyanê. Li gorî agahiyan bi dest ketine hêz, ji bo desteserkirina bîreke neftê ya bi navê Gilabat-Qumre ku ji aliyê polîsên federal ve tê parastin çûbûn li herêmê.   Li gorî agahiyan, hêza Heşdî Şeebî ya çûyî li herêmê, vekişiyaye. Ji fermandarek pêşmergeyên li herêmê diyar kir ku ew hêza Heşdî Şeebî ji bo dagirkirina bîrek neftê, berê xwe dabûn li herêmê.   Heman çavkanî ragihand ku hêza Heşdî Şeebî ji cihê bûyerê vedikişiyane, lê belê nayê zanîn bê ka ew bi temamî dê ji herêmê biçin yan na.