Berteka rêxistinên çapemeniyê: Protokolên rojnamevanan diparêzin tên bipêkirin 2024-08-25 12:27:46 NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberên rêxistinên çapemeniyê bertek nîşanî êrişa li dijî rojnamegeran hatiye lidarxistin dane wiha gotin: “Hemû peyman û protokolên ku rojnamevanan diparêzin tên binpêkirin. Sedema êrişan bêdengî û bêbertekbûna hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê ya Federe ne.”    Nerazîbûnên li dijî êrişên Tirkiyeyê ya ku rojnamevanan hedef digirin berdewam dikin. Di êrişa Tirkiyeyê ya di 23’ê tebaxê li bajarê Silêmaniyeyê li dar xistiye rojnameger Gulistan Tara û Hêro Bahadîn jiyana xwe ji dest dan 6 rojnameger jî birîndar bûn. Di vê çarçoveyê de Serokê Şaxa Silêmaniyê ya Sendîkaya Rojnamevanan ya Herêma Kurdistanê Karwan Enwer û Rêveberê Navenda Metro Rehman Xerîb ji Rojnewsê re axivîn.   PROTOKOL TÊN BINPÊKIRIN   Serokê Şaxa Silêmaniyê ya Sendîkaya Rojnamevanan ya Herêma Kurdistanê Karwan Enwer axivî û da zanîn ku li gorî peymana sala 1954’an ya Cenevreyê, rojnamevan divê ji qeyranan werin dûrxistin û wiha got: “Karê rojnamevan peyama gihandina peyama raste, îro em dibînin peyman û protokolên ji bo parastina rojnamevanan hatine binpêkirin. Hedefgirtina rojnamevanan binpêkirina mafê mirov û hemû protokolên rojnamevanane. Weke sendîka Rojnamevanên Herêma Kurdistanê, em êrişa ser rojnamevanan şermezar dikin. Emê bi rêxistinan re vê bûyera nayê xwestin bigihînin civaka navneteweyî.”   SEDEM BÊDENGÎ YE   Rêveberê Navenda Metroyê Rehman Xerîb jî li ser heman ev tişt gotin: “Sedema dagirkerî û êrişên li ser rojnamevan û welatiyan, bêdengî û bê helwestiya Hikumeta Iraq û Herêma Kurdistanê ye. Ev bûyera niha binpêkirina serweriya Iraq û Herêma Kurdistanê ye, hêzên dagirker bi kêfa xwe tên nav xaka Iraq û êrişan dikin.”   Rehman Xerîb da zanîn ku li gorî Tirkiyeyê welatiyên ji Bakurê Kurdistanê hemû ser bi PKK’ê ne, ên ji Rojhilatê Kurdistanê jî bi ser Demokratê ne û got: “Dezgehek ewlekariyê ya Kurdistanê beriya dezgehên Tirkiyeyê nûçeyên derew belav dike, ev yek geşedanek metirsîdare.”