Rejîma Îranê kurdek din bi darve kir 2024-08-25 16:06:34   NAVENDA NÛÇEYAN - HENGAW ragihand ku rejîma Îranê welatiyê bi navê Mihmed Xelîl Cîhangîr bi darve kir.    Tevna Mafê Mirovan a Kurdistanê (HENGAW) ragihand ku rejîma Îranê di 22’ê tebaxê welatiyê kurd ê bi navê Mihemed Xalid Cîhangîr yê li girtîgeha Tewrêzê dihat ragirtin, bi darve kir.   Hate diyarkirin ku Mihemed Xalid Cîhangîr xelkê gundê Balo yê bajarê Urmiyeyê bû û bavê 2 zarokan bû.   Li gorî bîlançoya Tevna Mafê Mirovan a Kurdistanê, di meha borî de rejîma Îranê 12 girtiyên kurd bi sûcdariyên cuda bi darve kirin.