Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Çareserî azadiya Birêz Ocalan e 2024-08-25 17:00:40   STENBOL - Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz a di çalakiya “Deng bide azadiyê” de axivî, wiha got: “Dema azadiya birêz Ocalan pêk hat dê pirsgirêka kurd jî çareser bibe.”   Malbatên girtiyan û Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Marmarayê (MATUHAY-DER) ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rabe û azadiya wî were mîsogerkirin vê hefteyê jî çalakiya “Deng bide azadiyê” li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoya Stenbolê li dar xistin. Ji bilî malbatên girtiyan parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sumeyye Boz, Kezban Konûkçû, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî beşdar bûn. Di çalakiya ku pankarta “ji bo aştiya civakî û rakirina tecrîdê deng bide azadiyê” hate vekirin de pêşmalkên ku li ser “Deng bide azadiyê” dinivîsî li xwe hatin kirin.    Di çalakiyê de her tim dirûşmeyên “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” , “Zext nikarin me têk bibin” , “BijÎ berxwedana zindanan” , “Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe” , “Em ê bi berxwedanê serbikevin” û “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” hatin berzkirin.    CEZA DI NAV CEZAYÎ DE   Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Kezban Konûkçû, diyar kir ku çalakî hefteyan e berdewam dike û wiha got: “Em bi vegotinan nikarin pirsgirêkên ku girtî dijîn xelas bikin. Li Girtîgeha Metrîsê di nav xwarina ku didin girtiyan de kurmik derketin. Girtî di şertên dermirovî tên ragirtin. Ceza di nav cezayî de didinê. Heke li vî welatî aştî û aramî çêbibe divê pirsgirêka kurd were çareserkirin û tecrîda giran a li Îmraliyê bê rakirin. Li Îmraliyê tecrîdeke giran tê pêkanîn. Komeke biçûk neçareseriyê ferz dike. Tecrîd li her qadê heye. Em weke DEM Partiyê li dijî vê neçareserkirinê têkoşîna bi hev re a gelan dimeşînin. Partiya me jî ji ber vê yekê di bin êrişan de ye. Ji ber ku dizanin têkoşîna bi hev re dê dawiya wan bîne. Heta ku hemû girtiyên siyasî azad bibin, heta ku çareseriya pirsgirêka kurd were çareserkirin dê têkoşîna me bidome.”   ‘PÊKANÎNÊN ESAT OKTAY DI DEWRÊ DE NE’    Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Bozê jî destnîşan kir ku li girtîgehan her ku diçe tecrîd giran dibe û anî ziman ku dê li dijî hemû zextan dengê aştiyê li her qadê bilind bikin. Boz, di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Pêkanînên Esat Oktay îro jî li girtîgehan berdewam dikin. Mazlûm Dogan û Gultan Kişanakê çawa ku berxwedaneke mezin nîşan dane dê berxwedan îro jî berdewam bike. Li girtîgehan axaftina bi kurdî jî hatiye qedexekirin. Feraseta ‘bi tirkî biaxive, gelek biaxive’ dîsa di dewrê de ye. Me kurdî, hebûn û berxwedana xwe parast, em ê biparêzin. Tecrîdê li Îmraliyê dest pê kir, belavî 4 parçeyên Kurdistanê bû. Çareseriya pirsgirêka kurd girêdayî rabûna tecrîdê ye. Dema azadiya birêz Ocalan pêk hat dê pirsgirêka kurd jî çareser bibe.”   Piştî axaftinan çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.