Ji ber bombebarana Tirkiyeyê li 5 gundan şewat derket 2024-08-25 20:02:16 NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê CPT’ê Kameran Osman ragihand ku ji ber bombebarana îro ya Tirkiyeyê li devera Berwarî Bala agir bi pênc gundan ketiye, şêniyên gundekî asê mane.   Endamê Tîma Avakirina Aştiya Civakî (CPT) Kameran Osman daxuyand ku ji ber şer û bombebarana dijwar a balefirên bêmirov û topbaranên Tirkiyeyê îro di saetên sibehê de li devera Berwarî Bala şewat derket. Kameran Osman diyar kir ku şewat gihişt nava gundên Mêrga Qesrê, Girê Sor, Elkîşkê, Cembelkê û Bêlîzanê.   Kameran Osman anî ziman ku gundê Elkîşkê agir hatiye heta nava xaniyên gund, bax û goristana gund. Kameran Osman diyar kir ku ji ber şewatê rêya sereke ya ketin û derketina gund hatiye girtin û got: “Hinek şênyên gund karîne ji gund derkevin xwe rizgar bikin. Lê niha 19 malbat di nava gund de asê mane û daxwaza alîkariyê dikin.”   Kameran Osman eşkere kir ku li gor tê texmînkirin, ji ber şewata îro, nêzî 2 hezar û 400 donim erazî şewitiye.