Ji bo rojnamevanên hatin qetilkirin çalakî: Wê dengê heqîqetê bilind bibe 2024-08-26 19:03:07   NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên li dijî qetilkirina rojnamevan Gulîstan Tara û Hêro Behdînan ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin qetilkirin, wiha hat gotin: "Wê li her derî dengê heqîqetê bilind bibe."    Qetilkirina rojnamevan Gulîstan Tara û Hêro Behdînan ku Tirkiyeyê ew li bajarê Silêmanî yê Herêma Kurdistana Federe qetil kirin, li gelek bajaran daxuyanî hatin dayîn.     EDENE   Di daxuyaniya pêşengtiya wê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) kiriye de qetilkirina Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ên ji hêla Tirkiyeyê ve hatine qetilkirin hate protestokirin. Di daxuyaniya li pêşiya avahiyê yê DEM Partiyê ya li Edeneyê hatiye  dayîn de pankarta “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” hate vekirin. Li gel hewldanên astengkirina polîsan, jinan dirûşma “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” berz kir û tevî hemû astengiyan daxuyanî dan.    ‘ARMANCA ÊRIŞAN KURKIRINA DAGIRKERIYÊ YE’   Hevseroka DEM Partiyê ya Edeneyê Helîn Kaya qetlîama li dijî jinan hatiye kirin lenet kiriye anî ziman ku desthilata AKP’ê û MHP’ê dixwaze bi polîtîkayên dagirkeriyê, tevahiya Kurdistanê dagir bikin û ev tişt anî ziman: “Dê gelê Kurdistanê bi tu awayî vê yekê qebûl neke. Divê PDK demildest dest ji vê hevkariya sûcan berde. Hedefgirtina rojnamegeran bi zanebûn e û rêxistinkirî ye. Hewl didin li herêmê sûcên li dijî rojnamegeran pêk tînin, veşêrin. Armanca van êrişan dagirkerî, polîtîkayên dagirkeriyê kûrkirin û berteka li dijî van polîtîkayan derdikeve holê astengkirin e. Ev êrişa li dijî gelê kurd, gelê tirk û destkeftiyên kurd, hatiye lidarxisitn bi destê ajan û hêzên paramîlîter tên lidarxistin. Rêhevala me rojnameger Nagîhan Akarsel di encama van êrişan hate qetilkirin. Ev hêzên mêtirger û paramîlîter ên van êrişan li dar dixin dê nikarin ne têkoşîna gelê kurd, ne têkoşîna gelê tirk ne jî têkoşîna rojnamegerên jin biçewisînin. Em ê destûr nedin sûcên şer ên tên kirin bi qetlîamên sivîlan werin veşartin.”    ‘DÊ DENGÊ HEQÎQETÊ DERKEVE HOLÊ’   Kaya soza domandina têkoşîna Gulistan Tara û Hêro Bahadîn da û ev tişt gotin: “Dê pênûsa kedkarên Rojnamegeriya Azad ên jin li erdê nemîne. Armanca van êrişan qutkirina dengê Çapemeniya Azad û pêşîlêgirtina pêhesîna sûcên şer ên li Kurdistanê ye. Lê belê divê were zanîn ku Kedkarên bi ser şopa heqîqetê dimeşin, dê pênûsa havalên xwe li erdê nehêlin û dê di bi her şert û mercan de dengê  heqîqetê derxînin holê. Em bang li hemû jinan, gelê û raya giştî ya demokratîk dikin ku li dijî qirkirinê xwedî helwest bin.”    ŞIRNEX   Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li navenda Şirnexê tekildarî rojnameger Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ên di êrişa hewayî ya dewleta tirk de li navçeya Seyîdsadiq a girêdayî Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê di 23 Tebaxê de hatin qetil kirin daxuyanî hat dayin. Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Şirnex û navçeyên wê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Parlamenterê DEM Partî yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Girsê di daxuyaniyê de pankarta ku li ser wêneyên rojnamegerên hatin qetil kirin û "Çapemeniya azad deng, awaz û hebûna me ye" dinivisî hilgirtin.    Metna hevpar a çapemeniyê ji aliyê hevseroka DEM Partî ya Şirnexê Nurcan Alturk ve hat xwendin. Alturk diyar kirin ku ew qetilkirina rojnamegerên Çapemeniya Azad şermezar dikin û gotin, "Bloka faşîst a AKP-MHP'ê ku li ser qirkirina jin û gelê Kurd siyasetê dike, dixwaze xeyalên xwe yên Neo-Osmanperestiyê pêk bîne. Rejîma AKP-MHP'ê ya li dijî Kurdan dixwaze bi polîtîkayên xwe yên metîngeriyê Herêma Federal a Kurdistanê dagir bike.  Em baş dizanin ku rejîma AKP-MHP’ê bi van êrîşên li dijî gelê Kurd û destkeftiyên kurdan ên li çar parçeyên Kurdistanê dike hedef. Di encama van êrîşan de li Silêmaniyê 2 rojnameger hatin qetilkirin. Armanca vê êrîşa li ser rojnamegeran ew e ku dengê çapemeniya azad qût bike. Lê divê were zanîn ku kedkarên çapemeniya azad ku li pey heqîqetê ne, wê pênûsa hevalên xwe xwar nehêlin û dengê heqîqetê di her şert û mercî de derkeve holê. Ji hemû gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Em bang li hemû jinan, gelê xwe û raya giştî ya demokratîk dikin ku li dijî qirkirinê bibin xwedî helwest."   Daxuyanî bi dirûşmeyên, "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.