Li Îzmîrê tundiya mêr: 3 zarok hatin qetilkirin 2024-08-27 11:55:56   ÎZMÎR - Zilamê bi navê V.Ş. ku li Îzmîrê dijî, bi çekê 3 zarokên xwe qetil kirin û zarokekî xwe jî birîndar kir.    Zilamê bi navê V.Ş. ku ji hin sûcan li Îzmîrê qeydên wî hene, 3 zarokên xwe qetil kirin. Faîlê ku di saetên serê sibê de zarokên xwe yên 13, 4 û 2 salî bi çekê qetil kirin, zarokekî xwe jî birîndar kir. V.Ş. bi heman çekê xwe jî birîndar kir. Tîmên tenduristiyê yên li ser îxbarê sewqî cihê bûyerê hatin kirin, zarokê birîndar rakirin nexweşxaneyê.    Cenazeyê zarokên hatin qetilkirin jî piştî lêkolîna cihê bûyerê sewqî Saziya Tiba Edlî hatin kirin.