Malbatê piştî gefên kuştinê giliyê girtîgehê kir 2024-08-27 14:11:28   RIHA - Dayika Abdulkadîr Bozkûrt ê li Girtîgeha Tekîrdagê îşkence lê hate kirin, Zelîha Bozkûrt, çû Serdozgeriya Komarê ya Rihayê û giliyê faîlan kir. Li ser gotinên îşkenceyê Navenda Giştî ya DEM Partiyê biryar da ku şandeyekê bişîne girtîgehê.    Dayika Abdûlkadîr Bozkûrt ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yan a Tekîrdagê hate derbkirin û gefên kuştinê lê hatin xwarin, Zelîha Bozkûrt, çû Serdozgeriya Komarê ya Rihayê û ji ber sûcên “gef” , “derbkirin” , “peywîra xwe nebaş kirine” û “zextên psîkolojîk” giliyê faîlan kir.    Di daxwaznameya giliyê de bal kişand ser tiştên Bozkûrt li girtîgehê jiyan û wiha hate gotin: “Kurê min Abdulkadîr Bozkûrt di 15’ê tebaxê de bi telefonê li me geriya û ev tişt gotin: ‘Ez êdî li vir nikarim îdare bikim, heqê xwe helal bikin. Heke tiştek bi min were, berpirsyar midûrê girtîgehê, sergardiyan û psikolog in. Ez li vir danîme cihekî weke kafese û her carê min bi darê zorê tazî dikin û îşkence dikin’. Diviyabû di 22’yê tebaxa 2024’an de bi telefonê geriyabûya lê roja din ez ji parêzer hîn bûm ku di navbera wan saetan de (10.55-11.45) ji aliyê nêzî 10-15 gardiyanan ve hatiye derbkirin, tiliyên wî perçiqîne, hin cihên laşê wî reş û şîn bûne û ji bo axaftina bi telefonê dernexistine. Dema hatiye derbkirin kamerayan kişandî ye.”   Di daxwaznameyê de hate xwestin ku îşkence û derbkirin bê lêkolînkirin û sûcdar bên cezakirin û wiha got: “Ji ber kîn û nefreta kesayetî ya li dijî kurê min ez ji vir radigihînim ku dixwazim kurê min sewqî Rihayê an jî bajarên derdorê bê kirin û ez hemû mesrefê digirim ser xwe.”    DEM PARTIYÊ ŞANDE ŞAND   Li aliyê din Navenda Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yan a Tekîrdagê re şandeyek şand. Şandeya ku parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Onûr Duşunmez jî di nav de di serî de bi girtî Bozkûrt re dê têkildarî rewşa îşkence û derbê bi girtiyên din re jî hevdîtinê bike.