Cewad Zerîf vegeriya ser erka xwe 2024-08-27 15:45:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Cîgirê serokkomarê Îranê Mihemed Cewad Zerîf ku wek bertek ji wezîfeya xwe îstifa kiribû, vegeriya ser erka xwe.   Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan di 10’ê tebaxê de lîsteya wezîran pêşkêşî parlamentoya Îranê kir. Cîgirê Serokkomarê Îranê Mihemed Cewad Zerîf ku hefteyek beriya wê ji hêla Pezeşkiyan ve hatibû tayînkirin, li dijî yekrengiya wezîran wek bertek ji peywira xwe îstîfa kiribû.   Zerîf, têkildarî îstîfaya xwe li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal peyamek parve kiribû û wiha gotibû: “Min her tim got ku bijartina endamên hikûmetê mafê serok e û deste û komîteyên rêveberiyê lijneyên şêwirmendiyê ne. Ji bo ku firsenda vê tecrûbeya nû dane min, spasiya wan dikim. Bêguman bi encamên xebatên xwe xweş nînim. Hêj jî cîgirên ku kêmasiyên heyî temam bikin, hene. Tecrûbeya min a ewil bû û gelek kêmasî hebûn. Ji tevahiya xelkê Îranê lêborînê dixwazim. Hinek kesan ez weke kesekê hêrsok dîtim lê li gorî min di 12 salan de min pir sebir kir.”   PIŞTÎ 11 ROJAN VEGERIYA    Li gorî medya Îranê Zerîf piştî 11 rojên ser îstifaya xwe carek din vegeriya ser erka xwe û dest bi kar kiriye. Hêjayî bibîrxistinê ye ku serokkomarê Îranê lîsteya wezîran pêşkêşî parlamentoyê kiribû, lê di nava lîsteyê de tu kurd, sunî, belûç, azerî û ereb tunebûn û tevahiya wezîrên kabîneyê Şîe ne.