Ji DEM Partiyê pêşniyazname: Divê kurdî bibe zimanê fermî 2024-08-27 16:56:54 ENQERE - Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çîçek mijara êrişên li ser zimanê kurdî bir rojeva Meclisê û xwest zimanê kurdî bibe zimanê fermî.    Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan û Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Cengiz Çîçek pêkûtî û astengiyên li ser zimanê kurdî bir rojeva Meclisê û pêşniyaznameya lêkolînê da.    Çîçek di pêşniyaznameyê de diyar kir ku zimanê kurdî û zimanên din ên zikmakî astengiyên li pêşiya van zimanan ên li saziyên dewletê ji avakirina komarê heta roja îro di meriyetê de ye û ev yek di pêvajoya OHAL’ê û “plana têkbirinê” de berbelav bû. Çîçek di pêşniyaznameya xwe de got ku her wiha gerandina govenda kurdî û guhdariya li stranên kurdî jî dibe sedema girtinê.    ‘KURDBÛNÊ DIKIN SÛC’    Çîçek di pêşniyaznameyê de da zanîn ku her tiştên li ser navê kurdî wek sûc tên dîtin û qebûlkirin û her awayê kurdî û kurdan tê krîmînalîzekirin.    ‘DIVÊ KURDÎ BIBE ZIMANÊ FERMÎ’    Çîçek di pêşniyaznameya xwe de destnîşan kir ku divê tavilê dawî li şer were anîn û rê li ber aştiyek birûmet û mayînde bê vekirin û dawî li pêşiya astengiyên li ser zimanê kurdî bê anîn û wiha hat gotin: “Divê di her asta perwerdehiyê de mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî were nasîn û divê zimanê kurdî wek zimanê fermî were qebûlkirin.”